Heyeta Dadgehê: Çeber bi îşkencê hate kuştin

Heyeta Dadgehê: Çeber bi îşkencê hate kuştin

Biryara derbarê kuştina Engin Çeber yê ku bi îşkenceyê hate qetilkirin aşkere bû. Dadgehê di biryara bi berfireh de diyar kir ku, Çeber bi îşkenceyê hatiye kuştin û wiha hate gotin: "Gardiyan Ergazî û Apaydin di îşkenceyê de bê navber li serî û sitoyê kuştî xistine û serê wî li derî û diwaran dane ew bi îşkenceyê kuştine."

Heyeta dadgehê biryara doza Engîn Çeber yê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate xerabkirin ji nû ve destpê kir bi berfirehî hate aşkerekirin. Doza Engîn Çeber yê ku di 28'ê Îlona sala 2008'an de li Girtîgeha Metrîsê bi îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest da ya 52 kes tên darizandin xerabkir rûniştina yekemîn li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Bakirkoyê hatibû dîtin.

Heyetê rapora kuştina Çeber aşkere kir û diyar kir ku, kujer Apaydin û Ergazi di 7'ê Cotmehê de di navbera 2 û 6 deqîqeyan de îşkence li Çeber kirine û bi îşkenceyê kuştine. Heyetê wiha cih da raporê: "Gardiyan Ergazî û Apaydin di îşkenceyê de bê navber li serî û situyê kuştî xistine û serê wî li derî û diwaran dane ew bi îşkenceyê kuştine."

Parêzerê Çeber Taylan Tanay diyar kir ku, wan hêj biryara bi sedem bi dest nexistine û piştî serî li dadgehê bidin dê derbarê bûyerê de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.