Heyeta çavdêriyê ya ji 92 kesan pêk tê wê hilbijartinê bişopînin

Li ser vexwendina HDP’ê 92 kesên ji Ewropayê hatin wê li bajarên Kurdan hilbijartinê bişopînin.

Li ser daxwaza Parlementerên HDP’ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî 92 kesn ji parlementer, borokrat, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevanan pêk tên ji bo şopandina hilbijartina xwecihî hatine herêmê. Di nava heyetên hatin de parlementerên Federal a Partiya Keskan a Elmanya, endamên ciwanan û Koam Partiya Çep a Hambûrg, Parlementerên Partiya Demokrat a Sosyal a Swêdê, Endamê Partiya Çep a Fransa, Endamên Komeleya Dostên Kurd a Brotanya, endamên Koma Piştevaniya bi Norweçê li gel rêveberên Partiya Sor, Serokê Partiya Çep a Swêd, parlementer û endamên delegasyona Zurîh.

Di çarçoveya organizasyona ji aliyê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve a HDP’ê hate kirin de, ji beriya pîrozbahiyên Newrozê ku ji bo şopandina hilbijartinê hatibûn herêmê rê nehaditbû dayîna 14 kesan. Ûca got: “Heyetên tê hilbijartinê weke referandomê pênase dikin. Şandina heyetên fermî bi armanca piştevaniya bi gelê Kurd re mîna heyet hatine.”

Li gorî organîzasyona Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê kir dê endamên heyetê li bajarên wek Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Amed, Riha, Çewlîg, Dersim, Xarpêt, Wan, Colemêrg, Bedlîs û navçeyên van bajaran hatin wezîfedarkirin.

Parlementera Federal a Partiya Çep a Elman Sabîne Leidig jî anî ziman ku bi armanca destekdayîna bi HDP’ê re hatine û got: “Em piştgiriya HDP’ê dikin. Ji bo me partiyeke mînake.”

Parlementerê Federal a Partiya Çep a Elmanb Hakan Taş jî axivî û bal kişand ser rênedayîna çavdêr li navendan hilbijartinê bişopîne û bêedaletiyên rûdayîn.