Heyeta Belçîkayê hat serdana HDP’ê

Komîteya Têkiliyên bi Derve re ya Meclîsa Nûnerên Belçîkayê hat serdana Koma HDP’ê.

Heyeteke parlementerên Komîteya Têkiliyên bi Derve re ya Meclîsa Nûnerên Belçîkayê, hatin serdana Koma Meclîsê ya HDP’ê.  Alîkarê Hevserokatiya Berpirsyariya Têkiliyên bi Derve re Hişyar Ozsoy, Berdevka Meclîsa Jinan û Parlementera Sêrtê Besîme Konca û Parlementerê Colemêrgê Nîhat Akdogan bi heyetê re civiyan.Hevdîtin bi qasî saet û nîvekê domiya.

Di hevdîtinê de referandûma li Başûrê Kurdistanê, girtina parlementeran, têkiliyên YE-Tirkiyeyê, piştî Rewşa Awarte bûyerên li Tirkiyeyê, referandûma di 16’ê Nîsanê de ya li Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.