Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê rapora li Kandirayê eşkere kir

Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbnê, rapora xwe ya serdana li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê eşkere kir.

Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê, serdana xwe ya 7'an duh li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê pêk anî. Piştî serdanê heyetê rapora ku amade kir eşkere kir. Rapor, li gor hevdîtinên bi girtiyan re hatiye kirin hatiye amadekirin.

Di raporê de ev tişt hatin gotin: "Hat diyarkirin ku piştî grevên birçîbûnê qedexe û cezayê dîsîplînê zêde bûne û piştî her greva birçîbûnê lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin û 3 meh cezayên dîsîplînê hatine birîn. Ev ceza herî zêde ji bo mafê sporê tê birîn û ji ber vê hin girtî 9 meh in nikarin vî mafê xwe bi kar bînin. Hat gotin, ku rojnameya Yenî Yaşamê bi awayekî kêfî nayê dayîn û nameyên tên şandin û tên jî an bi dernegî tênx istin ajî tên sansurkirin." Di raporê de, hat diyarkirin ku bi cezayên dîsîplînê re tecrîd hîn bêtir tê girankiri

Di raporê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de û ev tişt hatin gotin: "Di navbera 8-18 kîloyan de zihîf bûne. Dilê wan dixele, hestiyên wan diêşe, gêja wan diçe, bêhalî li wan peyda bûye, ji ber deng û ronahiyê nerihet dibin û nikarin tiştên avî jî bixwin û ber çavê wan tarî dibe, tansiyona wan kêm dibe û xwîn ji pozên hinan tê."

Di raporê de hat diyarkirin ku girtî bi rêya refeqatvanan şekir, xwê, karbonat, vîtamîna B1 +Benexol û ava fêkiyan bi awayekî rêk û pêk vedixwin, lê belê ji ber di warê fizîkî de nikarin egzersizan bikin û ji ber zihîf bûne tenduristiya wan di asteke cidî de ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku kesên di greva birçîbûnê de ne bi awayekî rêk û pêk ji aliyên bijîşkan ve tên kontrolkirin û hat destnîşan kirin ku lê belê ji bo heyetên bijîşkên serbixwe derfetên şopandinê bên peydakirin.

Di dawiya raporê de ev tişt hatin gotin: "Niha grevên birçîbûnê gihane rojên 140'î. Ji ber vê êdî hin girtî nikarin biçin cihên hevdîtinê jî. Ji bo hiqûq pêk bê di greva birçîbûnê de ne. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne jiyana 2 hezar û 938 kesan û 15 girtiyên di rojiya mirinê de di asteke pir xetere de ye. FIkra heyeta me ew e ku berî kes bimire divê pirsgirêk bê helkirin û em bang li rayedarên dewletê dikin ku divê demildest gavina bavêje."