Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê: Rewşa çalakgeran krîtîk e!
Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê li Gebzeyê çû serdana girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne. Heyetê diyar kir ku ‘Rewşa çalakgeran krîtîk e û dibe ku mirin pêk bê.’
Heyeta Çavdêriyê ya Grevên Birçîbûnê li Gebzeyê çû serdana girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne. Heyetê diyar kir ku ‘Rewşa çalakgeran krîtîk e û dibe ku mirin pêk bê.’
Heyeta Çavdêriyê Grevên Birçîbûnê, cara 5’emîn çû Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, bi girtiyên di grevên birçîbûnê de ne re hevdîtin kirin û derbarê rewşa tenduristiya wan de agahî girtin.
Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê Gulseren Yolerî derbarê hevdîtina bi girtiyan re kirin de ev agahî dan: “Li Gebzê 31 girtiyên jin di greva birçîbûnê de ne. 5 girtî ji 16’ê Kanûna 2018’an ve, 6 girtî ji 4’ê Sibatê ve û 20 girtî jî ji 1’ê Adarê ve di grevên birçîbûnê dene. Rewşa tenduristiya koma destpêkê ketine greva birçîbûnê pir giran bûye. Krampên giran, şêlûbîna dîtine, li hemberî deng pir hesasbûn û serêşî di girtiyan de pir zêde bûye. Ev pirsgirêkên tenduristiya girtiyan her ku diçe zêdetir dibe.”
Yolarî, da zanîn ku îdîayên “Wê bi zorê mudaxileyî girtiyan bikin” girtî kirine nava fikaran û got: “Dîsa îdîayên li hin girtîgehan amadekariyên bi vî awayî dikin hene. Ev yek ji bo me hat ragihandin. Mudaxileya bi zorê wê tenê di warê tibbî de be. Di heman demê de fikarên wê girtiyan sîrgûnî girtîgehên cuda bikin hene. Ger mudaxileyek bi zorê çêbe, dibe ku mirin pêk werin û ev girtiyan dixwe nava fikarek mezin. Dîsan li Gebzeyê Dadgeriya Înfazê biryar daye ku hemû hevdîtinên girtiyan bên qeydkirin. Ji ber vê yekê girtî hevdîtinên girtî û vekirî şermezar dikin û naxwazin derkevin hevdîtinan. Emê vê pêvajoyê bişopînin. Divê demildest ev pirsgêkên girtiyan bên çareser kirin.”
Serokê Şaxa SES’ê ya Anadolû Erdal Guzel jî, anî ziman ku grevên birçîbûnê asta krîtîkbûnê derbas kirine û wiha axivî: “Heta roja îro 6 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Dibe ku her kêlî mirin pêk werin. Divê demildest şandeyên serbixwe yên tenduristiyê biçin girtîgehan û hevdîtinan bi girtiyan re bikin. Êdî rewş gihaye wê astê ku hemû serlêdanên me bêbersiv hatin hiştin. Hemû hewldanên me hatin astengkirin. Destûrê nadin em li ber girtîgehê jî daxuyanî bidin. Nêzîkatiya hikumetê ya li hemberî grevên birçîbûnê pir xemsar e. Divê hikumet dest ji vê helwesta xwe berde. Lazim e ku ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.”