28'ê Kanûna 2011'an, li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê balafirên şer ên Tirk bombe li sivîlan barandibûn û di encamê de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn ku 19 jê zarok bûn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana li ser vê komkujiyê, bi hinceta ku 'rêyên hiqûqa navneteweyî bi temamî nehatine bikaranîn' red kir.
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî li ser biryara DMME'yê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen li civînê axivî û diyar kir ku bi biryara DMME re êşa malbatan girantir bûye.
Çevîrmen got, "Ev 7 sal in di têkoşîna hiqûqê de bê rawestan serî li her derê dan, raya giştî agahdar kirin, daxuyanî dan çapemeniyê, bang li rayedaran kirin ku bi erka xwe rabin û gelek caran hatin destgîrkirin û girtin. Ev malbatên ku ji bo kujerên zarok, hevser, bav û xizmên wan bên darizandin têdikoşin, ti carî qebûl nakin ku têkoşîna hiqûqê bi vî rengî biqede. Têkoşîna edaletê ya malbatan, parêzvanên mafên mirovan û mirovên xwedî wijdan, wê heta bicihhatina edaletê bidome."