Hewl tê dayin 'civakeke şerê hev dike' bê afirandin

Halîl Savda, ku li ber kirina leşkeriyê radibe got, bi pêşengiya wezîrê karên hundir hewl tê dayin 'civakeke şerê hev dike' were afirandin û destnîşan kir, êrîşa li dijî mirovên li ber leşkerê radibin, ji ber vê yekê ye.

Zext û zordariya li dijberên şer û leşkeriyê, ku li dijî polîtîkayên şer ên rejîma AKP/Erdogan radibin, roj bi roj zêde dibin. Yek ji kesên naxwaze leşkeriyê bike Halîl Savda, ku tevî zextan ji têkoşîna xwe venagere, destnîşan kir ku ew ê li dijî şerê qirêj ê bi pêşengiya wezîrê karên hundir tê meşandin, berxwedana xwe bidomîne. Savda anî ziman, hezên dewletê roja 30'ê Gulanê avêtine ser mala wî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê, ku malbata wî lê dijî, dest danîne ser wêne û nameyên wî û diyar kir, serdegirtin ne tenê li dijî wî ye û bang li mirovan kir hê bêhtir li ber şer rabin.

BI PÊŞENGIYA WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR 'CIVAKEKE ŞERÊ HEV DIKE' TÊ AFIRANDIN

Savda ragihand, tevî zextên li dijî wî, zext û zordariya li hemû dijberên şer zêde bûne û destnîşan kir, bi pêşengiya wezîrê karên hundir civakeke ku şerê hev dike hatiye afirandin û ji ber vê yekê êrîş li tevgera dijberên şer û kirina leşkeriyê, tê kirin.

Savda diyar kir, hewl tê dayin ku civak hînî şer bibe, piştgiriyê bide şer û got, "Ev demeke hewldaneke bi vî rengî heye. Li qenalên televîzyonê jî bi têra xwe rêze fîlmên ku destekê didin şer hene. Hemû argûmanên ku berê civakê dide şer, tên bikaranîn."

Li gorî Savda, desthilatdariya AKP'ê li dijî hewldanên aştiyê di nava reaksiyon û êrîşeke mezin de ye.

'DIXWAZIN KESEK LI SER AŞTIYÊ NAXIVE'

Savda bibîr xist, civakeke ku serî ditewîne hatiye afirandin, xwediyên desthilatdariya heyî zextê li her kesên mûxalîf dikin û wiha dewam kir: "Ya ço nîşanî mirovên serî natewînin didin, ya jî li wan diidn. Tevî vê yekê jî eger mirov serî netewîne, hingî tê girtin. Tişta bi serê akademîsyenên mohra xwe danîn binê belavoka ji bo aştiyê, ji aliyê raya giştî ve tê zanîn. Akademîsyenan çi gotin? Gotin, 'Bila dewlet bombeyan li bajarên xwe nebarîne'. Ji bilî vê tiştek negotin. Çi bû? Hemû ji kar avêtin. Hin ji wan jî girtin. Hin jê tên darizandin. Serokkomar gef li akademîsyenan xwar, heqaret li wan kir."

'ZEXT LI MIROVÊN LI BER KIRINA LEŞKERIYÊ RADIBIN JÎ TÊ KIRIN'

Savda anî ziman, îro jî rewşeke bi heman rengî heye û bal kişand ser zextên li mirovên naxwazin leşkeriyê bikin, tê kirin. Di dewama axaftina xwe de Savda diyar kir, mîna her serdemê, di vê serdema ku şer bi destê qirêj û bê perwa  yê dewletê tê meşandin de jî mirovên naxwazin leşkeriyê bikin, têkoşîna xwe mezin kirine. Savda got, mirovên bi awayekî wijdanî li dijî kirina leşkeriyê derdikevin, ji ber ku weke mûxalîfên din li dijî şer û polîtîkayên hilweşandinê yên dewletê ne, dibin hedef.

'YA KU DIKEVE SER MILÊ ME, TEŞHÎKIRINA ŞERÊ QIRÊJ E'

Halîl Savda da zanîn, ya dikeve ser milê mirovên naxwazin leşkeriyê bikin, teşhîkirina polîtîkayên şer li nava civakê û raya giştî ye û got, AKP û Erdogan siberoja xwe bi tengazarî û şer ve girê dane.

Savda diyar kir, rejîma Erdogan û AKP'ê dixwaze li Sûriyeyê şer bike, bi operasyona 'mertala firatê' re jî bûye parçeyek ji vî şerî û got, "Her roj bi deh hezaran leşkeran li çiyê derdikeve operasyonan. Roj nîne ku leşker namirin. Ev yek bi rengekî cidî civakê ji hev qut dike. Em li dijî polîtîkayên şer in û neçar in vî şerî ji holê rakin. Ji bo şer biqede, em neçar in zexteke girantir li desthilatdariyê bikin."

'EM Ê LI BER ŞER RABIN'

Halîl Savda anî ziman, zexteke giran a li dijî van polîtîkayên şer nîne û ji ber vê yekê rejîma AKP û Erdogan bi hêsanî şer sor dike.

Savda diyar kir, eger karekî ku desthilatdariyê bêzar dike neyê meşandin, wê şer mezintir bibe, hê bêhtir canê mirovan bişewite û ev bang kir: "Gelek tişt hene ku divê em hemû bikin. Bang li hemû aştîxwazan dikim; bila li ber van polîtîkayên şer ên heyî rabin. Şer bi me hemûyan dide windakirin. Em parçeyeke ji şer nînin, em ê nebin parçeyek jê."

Savda ragihand, rejîma AKP û Erdogan hewl dide bi rêya zext û şîdetê wan ji rêya wan vegerîne û destnîşan kir, ew ê ti carî vê qebûl nekin û ji têkoşîna xwe venegerin.