Hevserokên SGDF'ê: Em ê bi eniyeke herî berfireh a ciwanan li kolanan bin

Hevserokên nû yên SGDF'ê Ceren Çoban û Okan Danaci gotin, "Di pêvajoya referandûmê de, em ê dengê 'Ji sîstema serokatiyê re na' ji eniya ciwanan bilind bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi eniya herî berfireh a ciwanan li kolanan bin."

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di dawiya vê hefteyê de li Stenbolê kongreya xwe ya 8. lidar xistin.

Di vê civata giştî de rewşa tevgera ciwanan û pêvajoya siyasî hatin nirxandin. Ji bo Hevserokatiya SGDF jî Ceren Çoban û Okan Danaci hatin hilbijartin. Desteya Rêveberiya Navendî ya ji 11 kesî, 6 jê jin ên ciwan in.

Hevserok Çoban û Danaci piştî kongreyê bersiv dan prisên me.

Çoban da xuyakirin, ku xala li civata giştî derket pêş, têkoşîna yekbûyî ye û got, "Li Pirsûsê 33 hevrêyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji hingî ve weke SGDF em vê yekê destnîşan dikin; divê têkoşîna yekbûyî ya ciwanan were xurtkirin. Di civata giştî de jî me û rêxistinên din ên ciwanan ev yek destnîşan kirin. Her wiha wke SGDF me pêvajoyeke gelekî giran li dû xwe hişt, lê mîna duh em ê îro jî li dijî faşîzmê her li kolanan bin."

Danaci bibîr xist, di salvegera yekemîn a komkujiya Pirsûsê de wan kampanya 'Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet' bi 17 rêxistinên ciwanan meşandine û got, "Niha jî weke SGDF, DevGuç, Ciwanên Demokrat ên Nû, Tevgera Xwendekarên Sosyalîst û Ciwanên Şoreşger ên li ser rêya Şoreşê' hatin cem hev. Em bi rêxistinên din ên ciwanan re jî hevdîtinê dikin û hewl didin vê eniyê berfireh bikin."

Danaci da zanîn, pêkanînên Rewşa Awarte yên li zanîngehan bandorê li hemû xwendekaran dikin û got: "Mînaka herî dawî ya vê yekê jî girtina ji kar a akademîsyenên me bû." Danaci diyar kir, hîn bêhtir pêşî li xebatên komên cîhadî yên li zanîngehan hatiye vekirin û wiha dewam kir: "Ev kom hewl didin li dibistanên me jiyanê li me teng bikin. Ev yek bandorê li hemû xwendekaran dike. Em bi kesên mejiyê wan mejiyê DAIŞ'ê ye, li heman cihî dersê dibînin. Lê belê kî li ber Rewşa Awarte radibe, yekser dibin hedef."

Çoban işaret bi destûra bingehîn a serokatiyê ku desthilatdariya AKP/Qesrê xistiye rojevê û got, "Di pêvajoya referandûmê de em ê dengê 'na ji sîstema serokatiyê re' ji eniya ciwanan bilind bikin. Di vê çarçoveyê em ê hewl bidin eniya herî berfireh a ciwanan li kolanan ava bikin."

'ÎSYANA JINAN RÊYA DIVÊ BÊ ŞOPANDIN NÎŞAN DA'

Hevseroka SGDF'ê Ceren Çoban bibîr xist, ku jinan bi çalakiyên xwe yên li kolanan re pêşî li pêşnûme qanûna ku mêrên tecawizkar ji cezakirinê rizgar dike, girtin û wiha dewam kir: "Îsyana jinan a li kolanan, rêya divê em tê de bimeşin, bibîra me anî. Di referandûma serokatiyê de ciwan wê li kolanan bin."

Têkildarî polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinê Çoban got, "AKP ji roja hat ser desthilatdariyê û vir ve pêkanînên Rewşa Awarte li jinan ferz dike" û wiha dewam kir: "dema mirov li desthilatdariya 14 salan binêrin, tê dîtin ku ji aliyê jinê ve her tim bûye rejîmeke rewşa awarte. Lewma jinan her tim li ber xwe dan. Yên ku Rewşa Awarte ya îro rakin jî wê jin û ciwan bin. Jin ê ciwan li cihekî xweser in. Tevî sîstema me ya hevserokatiyê, ji bo jin di nava siyasetê de hê bi bandor be, hejmara jinan di nava Desteya Rêveberiya Navendî ya me de zêde bû. Em ê di dema pêş de bi mejî û vîna jinê siyasetê bafirînin û hewl bidin jinan li navenda siyasetê bi cih bikin."