Hevserokên PJAK'ê: Çi dibe bila bibe serketin a me ye

Hevserokên PJAK'ê Siyamend Moînî û Zîlan Vejîn destnîşan kirin ku bi hêza ji kongreya xwe ya 6'emîn wergirtî, wê têkoşînê xurt bikin û bi ser bikevin.

6'emîn Kongreya ya PJAK'ê di 10-11'ê Adara 2020'an de bi durûşmeya "Bi pêşxistina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Îranê ve" li çiyayên Kurdistanê hate lidarxistin.

Siyamend Moînî û Zîlan Vejîn ku di kongreyê de bûn hevserokên partiyê, têkildarî kongreyê û têkoşîna xwe ya dema bê axivîn.

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moînî kongreya 6'emîn a PJAK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, girtiyên siyasî, kesên ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têdikoşin û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

'KURD Û GELÊNHERÊMÊ TENE BI PERSPEKTIFÊN RÊBER APO DIKARIN ENCAMÊ BIGIRIN'

Siyamend Moînî got, "Em kongreya xwe di pêvajoyeke pir hessas de pêk tînin.  Him êrîşên dijmin pir zêde ne him jî têkoşîna me ji her demê bêhtir xwedî derfetên serketinê ye. Pêwîste em derfeta dîrokî ya ku li pêşiya me baş binirxînin."

Siyamend Moînî der barê rewşa siyasî jî ev nirxandin kir: "Li Rojhilata Navîn şer qet xelas nabin û dizaynên ku ji hêla hêzên hegemon ve tên ceribandin pûç dibin. Çareseriyên li Rojhilata Navînde tên destnîşankirin tenê bi perspektîfên Rêber Apo ên neteweya  demokratik ve dikare encam bigire.  Kurd û gelên Rojhilata Navîn tenê bi perspektîfên konfederalîzmê dikarin ji bin pençeyên qirkirinê derbikevin. Ya dikeve ser milê me ew ku ji bo em perspektîfên Rêber Apo pêk bînin biryarên rast û bi bandor bigirin û bi cih bînin.Em hêvîdarin ku wê tevahî hevrêyên me bi vê hest û helwesta şoreşgerî tevbigerin."

'ÇI DIBE BILA BIBE SERKETIN A ME YE'

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bi bîr xist ku li gel êrişên giran ên rejîma Îranê wan kongreya xwe bi rengekî serketî pêk anîne.

Zîlan Vejîn diyar kir ku kongreyê berpirsyariyên mezin dane ser milê wan hemûyan, hêvî û biryardarî nû kiriye û ji bo avakirina yekîtiyê û têkoşîneke hevbeş a li her qadê bang kir.

Zîlan Vejîn got, "Ji bo pêkanîna armancên şoreşa gelên Îranê divê em di rêya demokrasiyê û azadiyê de têkoşîna xwe ya radîkal xurtir bikin."

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku bi hêza ji kongreyê wergirtî wê rêxistina xwe bêhtir bi pêş ve bibin û got, "Çi dibe bila bibe serketin a me ye."