Hevserokên KNK'ê: Êdî meseleya her kesî ye

Kongreya 19'emîn a KNK'ê di roja duyemîn de ye. Hevserokên KNK'ê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd bang li partiyên Kurdistanî hemûyan kirin ku li Rojava bibin xwedî.

Kongreya 19'emîn a KNK'ê ku li Hollandayê Înê dest pê kir û wê Yekşemê bi dawî bibe, bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî û saziyên Kurdistanî didome.

Hevserokên KNK'ê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava şermezar kirin û li dijî vê yekê banga yekîtiyê kirin.

KOÇ: DIVÊ EM STRATEJIYEKÊ AVA BIKIN

Koç diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de kongreyê dikin û got, "Me di vê kongreyê de xeyalên Kurdan pêk anîn. Mîna ku di vê kongreyê de jî tê dîtin hestên neteweyî di asta herî bilind de ne. Her kes bi ruhekî hevpar tevdigerin."

Koç got, "Ne tenê em Kurd, her wiha dinya bi temamî der barê me diaxive. Li dijî êrîşên Tirkiyeyê ne. Dewleta Tirk bi rengekî barbarî êrîşî me dike. Kurd hemû divê bibin yek. Jİ ber ku meseleya Kurd û Kurdistanî ne tenê meseleya Rojava yan jî Başûre. Meseleya her kesî ye. Êdî bûye meseleyeke dinyayê. Ji ber vê yekê divê em stratejiyekê destnîşan bikin û pêşkêşî her kesî bikin."

REŞÎD: EGER EM NIKARIBIN ROJAVA BIPARÊZIN WÊ DOR BÊ BAŞÛR

Reşîd destnîşan kir, ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava kir ku Kurd hemû bibin yek û got, "Lîderên Kurdan hemû piştevaniya berxwedana li Rojava kirin. Ev yek tiştekî gelekî erênî ye. Eger partiyên Kurd niha nikaribin Rojava biparêzin wê dor bê Başûr. Dewleta Tirk li dijî Başûr amadekariyên mezin dike. Dixwaze wê deverê dagir bike. Divê Kurd dengê xwe li dijî vê bilind bikin."