Hevserokên HDP’ê û partiya DBP’ê peyamek ji bo cejnê dan

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo Cejna Qurbanê peyamek bi dîmen parve kir. DPB’ê jî bi peyamekê cejn pîroz kir.

Hevserok Pervîn Bûldan di peyama xew de ev got: “Vê cejnê carekî din weke HDP hesreta me ya ji bo aştiyê, hêviya me ya ji bo demokratî û biratiyê mezin bike.”

Hevserok Mîthat Sandar jî got: “Ji bo aştî, piştevanî û azadiyê dîsa jiyanek azad ava bikin, her tişta ji destê me bê em ê bikin. Divê em di cejnê de tedbîrên tenduristiyê bigirin.”

Peyama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî wiha ye: “Bi vê vîn û hişmendiyê li xwedî derketina nîrxên hevpar ên mirovatiyê, bi berxwedan û têkoşînê em dê cejnan li ser bingeha xwe ya ku aj da ne ava bikin. Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê aşitî, edalet û azadiyê bîne erdnîgariya me û hemû cîhanê. Di serî de em cejna rêhevalên xwe ên di girtîgehan de, jinên têkoşer, ciwan û hemû gelên bawermend pîroz dikin û em hêvî dikin ku cejna qurbanê bibe wesîleya aşitî û azadiyê.”