Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî serdana Şaredariya Mezin a Wanê kirin û hevşaredar pîroz kirin. Hevşaredara Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan got qeyûm 1 milyar û 108 milyon, 556 hezar deng li pey xwe hiştiye.
'EM DADMENDIYÊ DIXWAZIN'
Temellî bal kişande ser tecrîdê û got, ''Me 31'ê Adarê bersiva herî xweş da wan ên ku ev 4 sal in welat mehkûmî tecrîdê kirin. Me got, ''bila dawî li tecrîdê were''. Ev 4 sal in tecrîda mitleq a li ser Rêzdar Ocalan ev welat tecrîd kiriye. Em dema ku dixwazin rêya demokrasî û aştiyê vekin, em dadmendiyê dixwazin. Em weke Leyla Guven dadmendiyê dixwazin. Weke bi hezaran girtiyên li girtîgehan. Weke hevrêyên me yên li Hewlêr û Strasboûrgê.''
'DEMILDEST TECRÎDÊ BIDAWÎ BIKIN'
Temellî bi berdewamî grevên birçîbûnê yên li zindanan bi bîr xist, got rewş ji rewşa krîtîk wêdetir e û bang li Wezîrê Dadmendiyê Tirk kir û got, ''Demildest dawî li tecrîda mitleq bînin. Bila Rêzdar Ocalan bi pergal malbat û parêzeran bibîne. Ji roja ku vê tecrîdê des pê kiriye û vir ve, her roj we ev welat mehkûmî bêdadiyeke dî kir.''
BANGA TIFAQA DEMOKRASIYÊ
Temellî bang li hemû hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, sendîkayan kir ku li dijî Rewşa Awarte, pergala qeyûm rabin û got, ''Em bang dikin ku li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Hewcehiya me bi lezginî bi demokrasiyê heye, hewcehiya me bi lezgînî pê heye ku em dawî li pergala tecrîdê bîni.''
YSK BILA JI NEHIQÛQIYÊ VEGERE
Temellî desteserkirina hin şaredariyên Kurdistanê yên bi dest YSK'ê bi bîr xist û got, ''Şaredariyên ku hattine desteserkirin bidin gel, bidin nûnerê wan. Hûn dikarin vê bikin.''
Li ser qeyûman jî Temellî wiha got, ''Tiştekî ku em veşêrin tine. Şaredarên me yên dema bihurî girtî ne, hûn nikarin sûcê wan ê bi qirûşekî bibînin, dema qeyûm a 29 meh in, dema sûc e. Em careke dî dibêjin, werin dema bihurî kontrol bikin, werin her roj kontrol bikin.''
'WERIN EM DAWÎ LI PERGALA TALANÊ BÎNIN'
Temellî got ew ê şaredariyan bi gel re bi hev re rê ve bibin û got, ''Banga me ya tifaqa demokrasiyê banga xwedîderketina li gel e, banga xwedîderketina li aştiyê ye. Ji bo vê jî, werin em werin cem hev, dawî li vê pergala talanê bînin.''
RÊYA AŞTÎ Û DADMENDIYÊ
Hevseroka Pervîn Buldan jî got, ''Yektî û bi hev re bûn divê bi çarçoweya demokrasiyê be. Beriya her tiştî divê tecrîd rabe. Leyla Guven, li girtîgehan girtî, li Ewropa û li cihanê bi hezaran kes bedena xwe dane ber birçîbûnê. Daxwaza wan meşrû ye. Ne hiqûqî ye ku mirov vê daxwazê nebîne. Careke dî em bang dikin. Bi lezgînî divê Rêzdar Ocalan bikaribe malbatê û parêzerê xwe bibîne. Ev hevdîtîn wê rê li aştiyê, demokrasiyê, dadê û hiqûqê veke. Li bara van daxwazan bêdeng nemînin.''