Hevserokê HDP'ê yê Bûrsayê Mehmet Dîlek hate destgîrkirin
Hevserokê HDP'ê yê Bûrsayê Mehmet Dîlek di encama operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Hevserokê HDP'ê yê Bûrsayê Mehmet Dîlek di encama operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.
Hevserokê Bûrsayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Dîlek danê sibehê di operasyona li ser mala xwe de hate destgîrkirin. Dîlek birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Stenbolê. Li ser sedema destgîrkirina Dîlek agahî bi dest neketin.
Doh piştî Newroza li Qada Bavzarê ya li navçeya Yildirimê gelek kes li navçeyê hatibûn destgîrkirin.