Hevserokê DBP'ê yê Bajêr jî di nav de 6 kes bi lêdanê hatin binçavkirin

Li Şirnex, Wan, Agirî û Mersînê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elîç bi çalakiyan hat şermezarkirin. Hevserokê DBP'ê yê Agirî Necmettîn Efe jî di navde 6 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Li Şirnex, Wan, Agirî û Mersînê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elîç bi çalakiyan hat şermezarkirin. Hevserokê DBP'ê yê Agirî Necmettîn Efe jî di navde 6 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. 

AGIRÎ: Endamên Komeleya Xwendekaran a Agri Dagi (ADO-DER) bi armanca şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û qedexeyên derketina kolanan ên di demên dawî de li Kampusa Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP'ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP'ê yê bajar Necmettîn Efe û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê polîsan êrîşî girseyê kir. Polîsan pêşiya wesayîta Parlementerê HDP'ê Berdan Ozturk girt û di nav de Hevserokê DBP'ê yê Agiriyê Necmettîn Efe jî heyî 6 kes bi lêdanê binçavkirin. Li Kampusê dorpêça polîsan berdewam dike. Kesên hatin binçavkirin jî birin Midûriyeta Polîsan a Agiriyê.

ŞIRNEX: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê jî bi heman armancê çalakî lidar xist. Li ser navê girseya li ber avahiya HDP'ê civiya, dayika aştiyê Şemse Kara peyivî û got, "Dewlet zarokên me, parêzer û siyasetmedarên me qetil dike û hemû cîhan li hemberî vê yekê bêdeng in." Kara êrîşa li hemberî Elçî pêk hat şermezar kir û wiha axivî: "Ji bo em ji vê mêtingeriyê xilas bin piştgiriyê bidin me. Em serî li hemberî tu kesî netewan û çi bibe bila bibe em serî li hemberî Erdogan natewînin."

WAN: Rêxistina DBP'ê ya Ebexê jî bi heman armancê meşiyan. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev heya avahiya HDP'ê meşiyan. Tevî astengiyên polîsan girse meşiya û li hemberî tacîz û provokasyonên polîsan girseyê bi dirûşmeyan bersiv da. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê M. Nasir Urgen piştî meşê daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên dimeşîne welat ber bi kaosê ve dibe. Urgen anî ziman ku berî komkujiyê medyaya alîgir Elçî hedef nîşanda û komkujî bi awayekî zanebû pêk hatiye.

MERSÎN: Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ên Mêrsînê jî bi heman armancê li ber Edliyaya Mersînê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em te ji bîrnakin Tahîr Elçî" vekirin û parêzerên tevlî daxuyaniyê bûn tîşortên li ser wêneyên Elçî yên "Tahîr Elçî nemir e" li xwe kirin. Di daxuyaniyê de Endamê ÇHD'ê yê Mersînê Onur Kale axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê înfazên siyasî û komkujî ji aliyê kê ve tên kirin baş tên zanin û ji kesên ev yek baş dizanin yek jî Elçî bû. Kale anî ziman ku ew dê têkoşîna Elçî bidomînin.