Hevseroka KCD Guven hate girtin

Hevseroka KCD’ Leyla Guven a ji ber nerazîbûn û daxuyaniyên li dijî operasyona dagirkirina Efrînê ku 9 roj bûn di bin çavan de hate girtin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji ber nerazîbûn û daxuyaniyên li dijî operasyona dagirkirina Efrînê 22’yê Çileyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin di saetên nîvroyê de birin Edliyeya Amedê.

Bi armanca piştgiriya bi Guven re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevkê HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlmentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, li gel rêveberên DTK, HDK û BDP’ê gelek kes li pêşiya edliyeyê amade bûn. Polîsan hem di hindir û hem jî ji derveyî edliyeyê ewlekariyeke mezin girtibûn.

Guven a ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wê hate girtin, li ser daxwaza ku dixwaze bi Kurdî baştir dikare xwe îfade bike xwest parastina xwe bi Kurdî bike, lê dozger ev yek red kir. Dozger ji ber daxuyanî û hevpeyvînên li ser operasyona dagirkirina Efrînê kire hincet û bi îdaya “Avakirina rêxistina bi çek û rêvebirin”, “Propagandakirina rêxistiê” û “Gel tehîrîkî kîn û dijminahî kirinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir.

Guven li dadgeriyê parastina bi Kurdî kir. Guven a îfadeya wê hate girtin bi îdîaya “Avakirina rêxistinê û birêvebirinê” hate girtin.