Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Torbaliyê hate destgîrkirin
Bi armanca qirkirina siyasî di serdegirtina danê sibehê de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Torbaliyê û kesek hatin destgîrkirin.
Bi armanca qirkirina siyasî di serdegirtina danê sibehê de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Torbaliyê û kesek hatin destgîrkirin.
Li navçeyên Torbali û Konakê yên Îzmîrê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Torbaliyê Gulcan Kizildag û kesê bi navê Denîz Poyraz hatin destgîrkirin.
Gelek pirtûk û alavên dîjîtal hatin destgîrkirin.
Kizildag û Poyraz birin Midûriyeta Emniyetê ya TEM a Çankayayê.