Hevkariya polîsan a bi çeteyên Gulsuyu re derket hole
Hevkariya polîsan a bi çeteyên Gulsuyu re derket hole
Hevkariya polîsan a bi çeteyên Gulsuyu re derket hole
Di belgeyên ku di dosyaya Hasan Ferît Gedîk ê li Taxa Gulsuyu ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin tapeyên ku hevkariya polîs û çeteyan nîşan dide derketin holê. Di tapeyên ku ANF xwe gihandinê de peywendiya nêz a navbera polîs û çeteyên tiryakê yên Gulsuyu de derdixe holê.
Hevkariya polîs û çeteyên ku Hasan Ferît Gedîk ê li Gulsuyu di meşa li dijî tiryakê de qetil kirin, di dosyaya veşartî ya Gedîk de bi tapeyan deşîfre bû.
TAPE EV IN
Serkêşê çeteyê Zafer Turhan ê bi gumana kuştina kesekî polîs lê digerin, bi kesê bi navê Yusuf Kenan Denîz re yek ji endamê çeteyê Şerîf Karameşe dibin emniyetê û bi telefona wî bi polîsê bi navê Alî re diaxivin.
ALÎ: Kerem bike
ZAFER TURHAN: Selamûnaleykum
A: Aleykumselam
Z.T: Tu kekê ji Ofê yî
A: Erê erê ez im
Z.T: Kekê Alî tu yî
A: Ez im
Z.T: Tu çi dikî, çawa yî
A: Ez baş im, tu çawa yî
Z.T: Baş e kekê Xwedê ji te razî be
A: Ka tu yî
Z.T: Ma axaftina te hatiye guhertin
A: Ji telefonan ferq dike
Z.T: He temam niha tu yî
A: Telefon
Z.T: Tu çawa yî kekê baş î
A : Ez baş im, dibêjin ku ev bûyer te pêk aniye, were em du deqeyan îfadeya te bigirin
Z.T: Ez tiştekî ji te re bêjim, eger ez bêm wê min bavêjin. Ez aşkera bêjim ev kar ne min kiriye.
A: Temam ne te kiriye, bes tê îfadeya xwe bidî, îro, sibe yan rojek din
Z.T: Temam ez ê bêm gel te, yanî bawer bike kekê min ê ji Ofê, bizanin ne min ew kiriye, ger min kiriba min ê ji te re gotiba
A: Tu zanî tu çi bike, roja din were cem min
Z.T: Kekê min, ez bêm gel te ez ê çi bikim, kekê Alî ma em bibin derewker yanî tu dixwazî vê bêjî
A: Baş e ma tê timî birevî tê heta ku birevî
Z.T: Ne rev e kekê yanî tiştekî ku ez bikim nîne, tu kêm zêde min nas dikî
A: Yanî
Z.T: Heta niha min ti derew ji te re nekirine
Tapeyek din a telefonê jî hema piştî kuştina Hasan Ferît Gedîk pêk tê. Axaftin piştî Mesut Akturk ê tevlî meşa li dijî tiryakê dibe ji aliyê çeteyan ve tê birîndarkirin di navbera çeteyê bi navê Suleyman Tufekçî û şexsê X re derbas dibe.
Suleyman Tufekçi: Alo
X: Alo Xalo, ez li birayê Suat (behsa polîs dike) digerim. Min wiha wiha agahî da niha, wê niha ekîbekê bişîne wir temam
S.T: Temam xera dikin û hildiweşînin.
X: Min her tişt şand tên, ez li birayê Suat geriyam ka binêre ma tiştek heye
S.T: Na
X: Temam şikur em ê hevdu bibînin Xalo birayê Suat (hevdîtin qut dibe)
Parêzerên Buroya Hiqûqa Gel a têkildarî mijarê em bi wan re axivîn gotin ku ev tape tenê bi mijara ku polîs çavên xwe ji şopandina ji çeteyan digirin û hevkariya wan re ne bi sînor e, di navbera çete û polîsan de têkiliyên ehbab çawişiyê pêş dixin û aşkera piştgiriyê didin wan. Parêzeran diyar kirin ku wê di sêyemîn rûniştina 14'ê Îlonê ya li Edliyeya Kartal a Anadolu bixwazin polîsê bi navê Alî bê deşîfrekirin.