Hevdîtinên sazkirina înfazê berdewam dikin

Li meclîsê hevdîtinên sazkirina înfazê berdewam dikin. Di hevdîtinan de, di saziyên weşanên çapemeniyê de di derbarê madeya îlana fermî û rojnamegerên ku nikarîn reklaman bigrin û ketina wan ya girtîgehan hatine astengkirin, hin guhertin hatin çêkirin.

Di Civata Giştî ya Meclîsê de pêşniyara qanûna înfazê berdewam dike. Doh pêşniyara beşa yekem bi 30 xalan hate erêkirin. Li ser beşa yekem 90 pêşniyarên guhertinê yên ji aliyê muxalefetan ve hate dayîn jî bi dengên  AKP-MHP’ê hatin redkirin.

Di pêşniyarên beşa duwem de jî guhertina destpêkê li ser madeya 32’an pêk hat. Dan diyarkirin ku pêşniyara AKP-MHP’ê ya saziya weşana çapemeniyê, rojnameyên ku mafê îlana fermî û parvekirina reklaman bikin wê bên girtin. Muxalefetan bertek nîşanî vê dan, rojnameyên ku weke muxalif hatin diyarkirin; rojnameyên Cûmhûriyet, Bîrgun, Evrensel, Yeni Yaşam in. Ji Saziya Weşana Îlana Fermî ya Çapemeniyê reklam wergirtin bi şêweyekê hate qedexekirin û nexistina girtîgehan, wê ev neyê pejirandin.