Hevdîtina Pûtîn-Erdogan bi dawî bû

Serok Dewletê Rûsya Pûtîn ê li gel Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan civiya, wiha got: “Wê xebatên me li ser esasê cîrantiya baş bidome.”

Serok Dewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn li gel Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê bi hev re civiya.

Erdogan ê piştî hevdîtinê li daxuyaniyek da çapemeniyê, anî ziman ku yek ji mijara li ser rawestiyayîn Qudis bû. Erdogan diyar kir ku piştî DYA Qudis weke paytexta Îsraîlê diyar kir û şûnde li tevahî cîhanê rê li ber nerazîbûnan vekirin û got: “Me mijara Sûriye jî girt dest. Gava ji niha û şûnde bavêjin jî, wê demekî herî kin li Sûçî hevdîtinê me çêbibin. Wê gavên bên avêtin hê şênbertir bibin.”

Pûtîn jî di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Hevdîtinên me yên di navbera Moskova û Enqerê de bi awayekî serketî dewam dike. Hevdîtinê me yên bazirganî ji sedî 36’an zêde bûye. Ev jî bi saya biyar û hevdîtinên me pêk hatiye.

Me mijara Sûriye girt dest. Di rewşa niha de hema bêje piraniya xaka Sûriyeyê hatiye rizgarkirin. Eger berxwedanek bê kirin wê bersiva pêwîst bê dayîn. Di mijara çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de hevdîtinên me yên sê alî yên li Sûçîiyê rawestiyan. Em li ser amadekariyên Kongreya Diyalogê ya Navneteweyî ya Sûriyeyê civiyan.

Biryara DYA’yê ya têkildarî Qudisê rewşa li herêmê hê kûrtir kiriye. Biryarekî ku hevdîtinên aştiyê ji hev xistiye.

Em ê li ser esasê cîrantiya baş xebatên xwe bidomînin.”