Li hember êrîşên bombeyî yên li diî avahiyên HDP'ê yên li Mersîn û Edeneyê ji Ewropayê jî nerazîbûn û bertek tên. FEDA û NAV-DEM, diyar kir ku Erdogan û AKP ji êrîşan berpirsyar e û banga piştevaniya bi HDP’ê kir.
FEDA: TÊ XWESTIN XEBAT Û HEVDÎTINA BI GEL RE BÊ ASTENGKIRIN
Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropayê (FEDA) di daxuyaniya xwe de got: "Hêzên tarî yên dibînîn tevî hemû lîstîkan wê HDP bendê derbas bike, provokasyonên nû pêş dixin.”
FEDA got ku di van êrîşan de rola desthilatdariya AKP’ê heye û wiha got: "Hêzên tarî yên bi piştgiriya desthilatdariya siyasî dixin dewrê, bi awayî tê xwestin pêşketina HDP’ê, hevdîtina wê ya bi girseyan re û xebatên hilbijartinan bên astengkirin.”
FEDA diyar kir ku tevî hemû tehrîkên hêzên tarî û êrîşan wê neyên provokasyonan û got: “Lê em ê meydanê ji van provokatorên tên zanîn re nehêlin.”
'PÊWÎST E HEMÛ ELEWÎ LI REX HDP’Ê CIH BIGIRIN'
FEDA got “Wê HDP qesra sultan bi serî wî de hilweşîne, bendan derbas bike û bikeve Meclîsê. Ji bo serketina HDP’ê ya dikeve ser milê me bi ruhekî seferbertiyê em ê bînin cih. Em êrîşên li hember avahiyên bajêr ên HDP’ê yên Edene û Mersînê bi nefret şermezar dikin. Em li bendê ne ku tavilê berpirsyaran derxin holê. Em bang li Elewiyan dikin ku li rex HDP’ê helwesta xwe nîşan bidin.”
NAV-DEM: EM BI DENGDAYÎNA JI HDP RE PLANÊN QIRÊJ VALA DERXIN
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) jî ji êrîşan Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê berpirsyar girt. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Erdogan û AKP, bi qasî ku di nav civakê de şerekî navxweyî derxin holê xwe bi desthilatdariyê ve girêdane û hat diyarkirin ku Kurd weke DAIŞ’ê wê dîktatoriya AKP’ê jî têk bibe.
NAV-DEM êrîşa li hember HDP'ê şermezar kir, û got: "Em planên Erdogan ên bi rêbazên qirêj ku dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle, bi dengdayîna HDP’ê re vala derxin.”