Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsan hate astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina asayî ya heftane bi muwekilê xwe Ocalan re pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xirabe ye serlêdana parêzeran hat redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç, ji bo hevdîtinê bi muwekilê xwe Ocalan re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê serî li Dozgeriyê dan, dîsa bi hinceta keşti xirabe ye serlêdana wan hat redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Ji wê demê heta niha bi hincetên keştî xerabeye, muxalefeta hewayê heye tên astengkirin. Balkêş e keştiya ku ji parêzeran re xerabe ye her tim diçe Îmraliyê û tê.