'Heta ku CPT bikeve nava tevgerê em ê li Strasboûrgê bin'

Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê, ku ji bo heyetek CPT biçe Îmraliyê dest pê kir, ket meha dudiyan. Çalakger dibêjin, heta ku CPT heyetekê bişîne Îmraliyê û agahiyê ji Ocalan bigirin, wê çalakiya xwe bidomînin.

Ji Îlona 2016'an û vir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel vê yekê, di destpêka meha Cotmehê de li medya Tirk û hin torên medya civakî derbarê tenduristî û ewlekariya Ocalan de hin spekulasyon hatin kirin û ev yek bû sedem ku fikarên gelê Kurd zêde bibin. Yekane saziya ku dikare serdana Girava Îmraliyê bike, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ye. Gelê Kurd, ji bo CPT heyetekê bişîne Îmraliyê, ev mehek e li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya rûniştinê ya bê dawî li dar dixin. Ji roja destpêkê ve Kurdistanî her rojê saet di 14:00 de li pêşiya avahiya CPT çalakiya rûniştinê dikin. Di çalakiyê de bi taybetî dirûşmên "Bila CPT biçe Îmraliyê" û "Azadî ji Ocalan re" tên qîrîn.

63 sazî, partî û tevgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li welatên Ewropayê kar dikin, destekê didin çalakiyê. Heta niha bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûne.

BI DEHAN HEVDÎTIN HATIN KIRIN

Di çarçoveya çalakiyê de, di serî de Konseya Ewropa, CPT û Parlamenta Ewropa bi gelek saziyên Ewropî re çalakî hatin kirin. Ji Komîteya Amadekar a çalakiya rûniştinê Medya Botan agahî da ANF'ê û anî ziman ku tevahiya 63 saziyên destekê didin çalakiyê, bi rengekî çalak cihê xwe di nav de girtine.

RÊVEBERÊN PARTÎ, TEVGER Û SAZIYAN TEVLÎ BÛN

Botan da xuyakirin ku nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan rêxistina Ewropayê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, partî, tevger û komeleyên Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûne û anî ziman, ji Başûrê Kurdistanê jî partiyên YNK û Goran di asta parlamenteran de piştgirî dane wan. Botan da zanîn ku saziyên navborî ne tenê piştevanê çalakiyê ne, di heman demê de rêveberên wan tevlî çalakiyê bûne.

FIKAR Û GUMANÊN GELÊ KURD GELEK CARAN HATIN RAGIHANDIN

Medya Botan işaret bi fikar û gumanên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, heta ku bigihêjin armanca xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin. Botan bi bîr xist ku wan fikarên xwe gelek caran bi rêya hevdîtinan bi rayedarên CPT re par ve kirine. Medya Botan diyar kir, li gel hevdîtinan wan name ji endamên Parlamenta Ewropayê û rayedarên CPT re li ser rewşa Ocalan şandine.

Botan ragihand, gelek endamên Parlamenta Ewropayê serdana çalakiya wan kirine, piştgiriya xwe dane û işaret bi girîngiya çalakiya li Strasboûrgê kirine.

LI SER REWŞEKE NEYÎNÎ YA GENGAZ HIŞYARÎ HATIN DAYIN

Ji bo rakirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û pêkhatina hevdîtinê bi Ocalan re, li Konseya Ewropayê gelek panel, daxuyaniyên çapemeniyê û konferans hatin lidarxistin. Li gel Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' ya Navneteweyî, her wiha HDP'ê gelek panel û konferans li dar xistin û bal kişandin ser têkoşîna Ocalan a ji bo biratiya gelan û aştiya li Rojhilata Navîn. Her wiha işaret bi rewşeke neyînî ya gengaz hate kirin ku eger Konseya Ewropa û CPT nekevin dewrê dikare rû bide û di vê der barê de hişyarî hatin dayin.

BI HEZARAN BELAVOK HATIN BELAVKIRIN, ÎMZE HATIN KOMKIRIN

Çalakgerên ku serê he rsaetê li pêşberî avahiya Konseya Ewropayê kom dibin, dirûşmên "Bila CPT biçe Îmraliyê" û "Azadî ji Ocalan re" bi zimanê Fransî diqîrin û bang li saziyên pêwendîdar dikin ku bi erka xwe rabin. Ciwan jî li ser tecrîdê belavokan belav dikin. Çalakger her wiha ji mirovên tên serdana çalakiyê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmzeyan kom dikin û wê pêşkêşî Konseya Ewropa û CPT bikin. Tevî ku hejmara wê ya zelal nayê zanîn jî tê texmînkirin ku heta niha bi hezaran îmze hatine komkirin.

CPT 'FÊHM DIKE' LÊ NAKEVE NAVA TEVGERÊ

Li pêşberî çalakiya rûniştinê ya ku mehek li pey xwe hişt, CPT her çend tengav bû be jî nakeve nava tevgerê. Heta niha gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT re hatin kirin. Rayedarên CPT ji heyetan re gotin ku ew fikarên gelê Kurd fêhm dikin û 'tecrîd ne ya qebûlkirinê' ye. Lê belê tevî vê yekê jî nakeve nava tevgerê. Her wiha eşkere nakin ku wê biçin serdanê yan na.

ÇALAKÎ WÊ BI BIRYARDARÎ BIDOME

Çalakiya rûniştinê ku îro di roja 32'an de ye, bi biryardarî tê gotin ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê bidome. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di roja 30. a çalakiyê de li ber avahiya CPT axivî û bi van gotinan bal kişandibû ser vê biryardariyê: "Heta ku em bersivekê bigirin, heta ku gelê me îqna bibe em ê vê çalakiyê bidomînin. Ev yek mafê me yê demokratîk e û em vî mafê xwe bi kar tînin. Berpirsyariya rayedaran e ku bersivê bidin me. Jiyan, tenduristî û azadiya Serok Apo, xeta sor a gelê me ye. Divê her kes bi vê zanibe. Ev çalakiya ku me bi pêşengiya jin û ciwanan, bi desteka Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên xwe dane destpêkirin, wê bidome."