‘Heta bi Dayîkên Şemiyê re helalbûn pêk neye aştî pêk nayê’
‘Heta bi Dayîkên Şemiyê re helalbûn pêk neye aştî pêk nayê’
‘Heta bi Dayîkên Şemiyê re helalbûn pêk neye aştî pêk nayê’
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe heftane de aqubeta Rojnamegerê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê ku di sala 1994'an de hate binçavkirin û hate windakirin pirsîn. Dayîka Babaoglû Makbule Babaoglû diyar kir ku, heta hestiyên kurê wê neyên dîtin dê çawa aştî pêk bê. Hevalê Babaoglû û Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Bayram Balci jî wiha got: "Divê êdî Tirkiye ji goristana windayên binçavan derbikeve. Heta bi Dayîkên Şemiyê re helalbûn pêk neyê aştî pêk nayê."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 418'an li Qada Galatasarayê bi pankrata "Kiryar diyar in winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin li dar xistin. Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya heftane de aqubeta Nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Nazim Babaoglû yê ku di sala 1994'an hate binçavkirin hate windakirin pirsîn. Dayîkên Roboskî ji ber ku dereng man tevlî çalakiyê nebûn.
DAYÎKÊN ROBOSKIYÊ BERTEK NÎŞANÎ RAPORUNÊ DAN
Di çalakiyê de destpêkê Dayîka Murat Yildiz Hanîfe Yildiz axivî û bertek nîşanî rapora Roboskiyê ya ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê ve hate qebûl kir da. Yildiz rapora komkujî weke qezayek jî rêz nîşandayî da û wiha got: "Raporekî wisa ye tu dê bêjî 34 welatiyên me di qezayekê de jiyana xwe ji dest dane. Weke tu dê bêjî bombe UFO'yan avêtin e." Birayê Hasan Ocaka Alî Ocak jî diyar kir ku, ew 18 salin têkoşîna edaletê dikin û wiha got: "Em di pêvajoya çareseriyê de dîwarê derewan naxwazin. Ji bo rû bi rûbûnê divê komîsyon bên avkirin."
'HETA HESTIYÊN NAZIM NEYÊN DÎTIN DÊ ÇAWA AŞTÎ PÊK BÊ'
Dayîka Nazim Babaoglû Mekbule Babaoglû jî ji çalakiyê re peyamekî bi deng şand. Babaoglû di peyama xwe de diyar kir ku, 19 salin ji bo aqubeta kurê xwe bi pirse serî li hemû saziyan da lê hêj tu encam bi dest nexist û wiha got: "Divê dewlet aqubeta Nazim derbixe holê. Êdî bese. Cihê me serî lênedayî nemaye. Tu kesî bersiv neda. Em dixwazin aştî pêk bê. Ez bang li hikûmetê dikim. Ev hikûmetekî çawa ye. Qet wijdana we tuneye? Heta hestiyên kurê min neyên dîtin dê çawa aştî pêk bê?"
'NAZIM LI MALA BUCAK HATE WINDAKIRIN'
Hevalê Nazim ê xebatê û Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Bayram Balci jî diyar kir ku, di sala 1993'an de li navçeya Sêwerekê ya Rihayê dewletê "teror" pêk tîna û eşîra Parlementerê DYP'ê Sedat Bucak jî kirin cerdevan û xebatên kontrgerîl meşandin û wiha got: "Lîsteyên mirinê dihatin amadekirin. Dewlet bi lîsteyên mirinê yên çeteyan amadekirin înfaz pêk tînan. Nazim ciwanekî bi îdîa bû û rojnamegerî bi hêz bû. Heke nehatiba qetilkirin dê biba pirsporê Rojhilata Navîn. Li mala Sedat Bucak hate lêpirsînkirin û pişt re jî hate qetilkirin. Ji wî aboneyên Rojnameya Ozgur Gundemê yên Rihayê pirsîn. Dewlet hatibû astekî wisa ji bo vê yekê ciwanekî biçûk qetil kir. Divê êdî Tirkiye ji goristana windayên binçavan derbikeve. Heta bi Dayîkên Şemiyê re helalbûn pêk neyê aştî pêk nayê."
'WALIYÊ WÊ DEMÊ YÊ RIHAYÊ WEKÎLÊ AKP'Ê YE'
Daxuyaniya hefteyê Rojnameger Semra Çelebî xwend. Çelebî diyar kir ku, di salên 1990'an de li herêmê "terora dewletê" pêk hat û çapemeniyê ev yek veşart. Çelebî anî ziman ku, rojnamegerên ji bo sûcê mirovahiyê yê tê kirin derbixin holê dixebitin jî bûn hedefa dewletê. Çelebî da zanîn ku, Nazim Babaoglû ji ber sûcên mirovahiyê yên dewletê derxistin holê hate qetilkirin. Çelebî bilêv kir ku, Babaoglû di 12'ê adara 1994'an de dema ji bo nûçeyekê çû sêwerekê hate binçavkirin û herî dawî birin mala Sedat Bucak. Çelebî destnîşan kir ku 19 salin ciwanê 19 salî yê hate windakirin dosyaya lêpirsînê li Dozgeriya Amedê tê sekinandin.
Çelebî diyar kir ku, di sala 2011'an de Parlementerê BDP'ê Şerafattîn Halîs aqubeta Babaoglû ji Wezîrê Karên Navxweyî Beşîr Atalay pirsîbû û lê bersivekî zelal negirtibû. Çelebî anî ziman ku, Waliyê Rihayê Tevfîk Ziyaeddîn Akbulut ê wê demê 3 serdema dibe wekîlê AKP'ê û wiha got: "Em ji Beşîr Atalay di pirsin. Bersiva pirsnameya têkildarî Nazim de ji ber dê lêpirsîna wê bigihije wekîlê we yê Rihayê Akbulut."