Heta 1'ê Gulanê neyê pîrozkirin Tirkiye demokratîk nabe

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko got, "Heta Taksîm azad nebe Tirkiye azad nabe. Heta ku li Qada Taksîmê karker bi awayekî azad 1'ê Gulanê pîroz nekin, Tirkiye demokratîk nabe."

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko got, "Heta Taksîm azad nebe Tirkiye azad nabe. Heta ku li Qada Taksîmê karker bi awayekî azad 1'ê Gulanê pîroz nekin, Tirkiye demokratîk nabe."

Karker û kedkarên dixwazin bimeşin Qada Taksîmê li Beşîktaş û Şîşlî civiyan. DÎSK, KESK, TTB, TMMBO, HDP, HDK, SODAP, DHF, ESP, SYKP, Kaldiraç, anarşîst, Yekîtiya Têkoşînê, Malên Gel û femînîst ji bo bimeşin li Beşîktaş û Şîşlî li hev kom bûn. Çalakgerên li Beşîktaş û Şîşlî civiyan, govend gerandin û bi qîrîna dirûşmeyan daxwazên karker û kedkaran bilêvkirin. Çalakger li benda destpêkirina meşa ber bi Taksîmê ve ne.

Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko ji karker û kedkarên li Bûlwara Barbarosê civiyan re axivî û got, "Heta Taksîm azad nebe Tirkiye azad nabe. Heta ku em hevalên xwe yên karker ên li Qada Taksîmê di 1877'an de hatin qetilkirin bibîr neynin, heta ku li Qada Taksîmê karker bi awayekî azad 1'ê Gulanê pîroz nekin, Tirkiye demokratîk nabe. Em dixwazin bi kulîlkên xwe re 1'ê Gulanê li Taksîmê bi atmosfera cejnê de pîroz bikin."