Hestî yê Şemsettîn û Nejat Yalçinkaya ne
Hestî yê Şemsettîn û Nejat Yalçinkaya ne
Hestî yê Şemsettîn û Nejat Yalçinkaya ne
Derket holê ku hestiyên ayîdî 2 kesan ên di encama kolandina bîra li gundê Ebukatar a navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya têkildarî cînayetên kiryar nediyar di sala 2008'an de pêk hatî de, ayîdî Şemsettîn Nejat Yalçinkaya ên di sala 1995'an de li malê hatin binçavkirin û careke din tu agahî ji wan nehate girtin, in.
Piştî gundê Ebukatar ê navçeya Qoserê ya Mêrdînê yê di salên 1993-95'an de bi hinceta ewlehiyê hate valakirin, welatiyan ji bo aqubeta cînayetên kiryar nediyar ên li gelemperiya Bakurê Kurdistanê pêk hatin bipirsîn serî li Şaxa ÎHD'ê da dest bi lêkolîna wan hate kirin.
Piştî welatiyên gundê Ebukatar ji bîra gund bi guman bûn û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê da, ÎHD'ê ji bo li herêmê xebatên kolandinê bên kirin serî li Dozgeriya Komarê ya Qoserê da.
Li ser vê yekê di sala 2008'an de bi fermana Dozgeriya Qoserê di sala 2008'an de li gund kolandin hatibû kirin û di bîra avê de hestiyên ayîdî du kesan hatibûn dîtin.
Lê di lêkolîna testa DNA'yê de nasnameyên wan nehatibûn diyarkirin.
Dozgeriyê hêstiyên di kolandinê de hatin dîtin ji bo testa DNA'yê şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.
Saziya Tipa Edlî hestiyên di kolandinê de hatin dîtin û minakên xwînê yên ji malbatê girtin li hev anîn.
Di encama lêkolînê de derket holê hestî ayîdî Şemsettîn û Nejat Yalçinkaya yên birayên hev ên 18 salin winda ne.
Saziya Tipa Edlî rapor ji dozgeriyê re şand. Dozgeriya Komarê ya Qoserê di 22'yê nîsanê de li gundê Ebukatarê di bîrekî din de kolandina duyemîn kir û hestiyên ayîdî mirovan hatibûn dîtin.
Gumandarê lêpirsîna cînayetên kiryar nediyar ên wê demê Fermandarê Cendirmeyan ê Qoserê yê ku niha di doza Ergenekonê de girtiye Serheng Atîlla Ugur e.
Di sala 1995'an de Şemsettîn Yalçinkaya dema di Şaredariya Qoserê de karmendiya zabitayê dikir bi birayê xwe Nejat Yalçinkaya li malê hatin binçavkirin û bi wesayîta "toros" hatin siwarkirin û ji wê rojê heta niha tu agahî ji wan heta girtin.