Li Kurdistanê, ku di çaryeka destpêkê ya sedsala 20'an de ji aliyê çar netewe dewletan ve hate parçekirin, piştî sed salî yanî di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê de ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin û gelê Kurd di nava vê rewşa kaotîk a dîzayna nû de têkoşîneke mezin dimeşîne, ji ber ku nekariye yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, hê jî statuya bi dilê xwe bi dest nexistiye. Di sala 2013'an a pêvajoya amadekirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de, ji bo jiholêkiraina vê rewşa parçebûyî gavên girîng hatin avêtin, lê belê kongreya ku hesreta gelê Kurd de pêk nehat.
Weke ANF'ê me amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd ên salên dawî berhev kir.
HEWLDANA KONGREYA NETEWEYÎ YA SALA 2013'AN
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an a dîrokî de ji bo kombûna kongreya neteweyî bang kir, bi daxuyaniyên Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ku destek dida daxuyaniyên Ocalan, xebatên ji bo kongreya neteweyî dest pê kir. Di wê demê de, li ser pêşniyara Ocalan, di vê çarçoveyê de li Amed, Ewropa û Enqereyê hin kongre hatin lidarxistin.
Heyetek ji parlamenterên wê demê yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, nameyên ku Ocalan ji Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) Celal Talabanî re nivîsand, gihand wan. Piştî gihîştina nameyan, bi beşdariya nûnerên 39 partiyên siyasî û rêxistinên li çar parçeyên Kurdistanê, di 22'ê Tîrmeha 2013'an de li Hewlêrê civîna destpêkê hate lidarxistin.
39 PARTÎ Û RÊXISTIN TEVLÎ CIVÎNÊ BÛN
Ev civîna ku bi beşdariya 39 partî û rêxistinên li çar parçeyên Kurdistanê pêk hat, bû yek ji civînên herî berfireh ên dîroka Kurdistanê. Ev partî û rêxistin tevlî civînê bûn: "PKK, PDK, YNK, KCD, HDK-Îran, BDP, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), Meclîsa Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS), HDK, KNK, PJAK, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî, Tevgera Goran, Tevgera Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistan, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan, ÎHD, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), PSK, HAK-PAR, KSK, Partiya Serxwebûna Kurdistanê, Tevgera Jinên Demokratîk li Kurdsitanê, Ciwanên Kedkar û Şoreşger ên Kurdistanê-Îran, Partiay Komunîst a îranê, Koma Diyalogê ya Dîcle-Firatê, Partiya Azadî û Sosyalîzmê, Partiya Kedkarên Kurdistanê-Îran, Rêxistina Xebatê ya Kurdistanê-Îran, MEYA-DER, Tevgera Îslamî ya Gel, KADEP, DDKD, PÇDK, Partiya Ayînde ya Kurdistanê, YNDK û PDK-Bakur."
PEYAMÊN OCALAN Û BARZANÎ
Hewldana Kongreya Neteweyî ya Kurd bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû.
Hevserokê wê demê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, peyama Ocalan a ji bo konferansê şandî xwend. Turk bi van gotinan, peyama Ocalan ragihand: "Beriya her tiştî silavên xwe ji Serok Barzanî û Kek Nêçirvan Barzanî û her kesên tevlî konferansê bûne şand. Ji bo yekîtiya gelê Kurd vê konferansê bi rastî jî girîng dibîne. Di destpêkê de bi Îdrîs Barzanî re li ser hin xalan hevdîtin kiriye û di vê der barê de biryar dane. Destnîşan kir ku îro jî dixwaze li ser wê rê û xalan, yekîtiya gleê Kurd berfireh bike. Silav û hurmetên xwe pêşkêşî hemû beşdarên konferansê kir."
Barzanî di civîna destpêkê de axivî û got, "Armanca me ya sereke ew e, ku daxwaza hevpar, hevgirtina stratejîk a hemû beşên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê û mesaja jiyana bi hev re û aştiyane ji gelên herêmê re ragihîne. Di vê kongreyê de em ê bêjin ji gelên Tirk, Ereb û Fars re ragihînin ku gelê Kurd dixwaze li ser bingeha aştî û wekheviyê bi hev re bijî." Û anî ziman ku divê kongre di nava mehekê de li Hewlêrê bê lidarxistin.
ENCAMNAMEYA CIVÎNÊ
Di civînê de Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd hate avakirin, ku 21 kesan pêk dihat û 6 ji endaman ji Bakurê Kurdistanê, 5 ji Başûr, 5 ji Rojhilat û 5 ji Rojavayê Kurdistanê bû. Di encamnameya civînê de wiha dihat gotin: "Hemû aliyan nêrîna xwe ya hevpar eşkerekirin, ku ji bo kongre bigihêje armanca xwe, mesajên wê bi ser bikeve wê hemû rê û rêbazên pêwAîst bi kar bînin û ji bo bicihanîna biryar û wezîfeyên kongreyê, bi erka xwe rabin. Beşdarên civînê giranî dan wê yekê, ku jin, ciwan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hemû gelên Kurdistanî bi rengekî çalak tevlî jiyana hevpar û wekhev bibin. Civînê bal kişand ser girîgniya wê yekê, ku hemû têkiliyên navbera partiyên siyasî yên Kurdistanî werin xurtkirin û ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdan, bi hemû derdorên siyasî re xebateke hevpar bê meşandin. Di civînê de biryar hate dayin, ji bo kongreyê di demeke herî nêz de bicivîne, komîteyeke amadekar a ji 21 kesan bê avakirin."
SEDEMÊN PÊKNEHATINA KONGREYÊ
Piştî vê civînê dihat plankirin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd, di navbera 24-26'ê Tebaxê de bê kirin. Lê belê Komîteya Amadekar piştî çend civînan ragihand, ku ji ber 'hin sedemên teknîkî' kongre ji bo 14-17'ê Îlona 2013'an hatiye taloqkirin. Halbûkî dihate zanîn ku bi giranî lihev hatiye kirin, ji bo delegeyên kongreyê 10 ji sedî ji rêxistinên ciwanan, 10 ji sedî ji kesayetên Kurd, 35 ji sedî ji rêxistinên civakî yên sivîl û 45 ji sedî jî ji endamên partiyên siyasî bin. Lê belê piştre hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê weke hincet hate nîşandan û hat ragihandin, ku civîn wê di 25'ê Mijdarê de pêk were. Ev taloqkirin nîşan dida ku li pêşiya pêkhatina civînê astengî hene, ji xwe kongre jî pêk nehat.
Li gorî hin derdoran, sedema pêknehatina kongreyê, "lihevnekirina li ser serokê kongreyê, belavkirina 600 delegeyan li parçeyan û metna pêşnûme biryarên projeyên siyasî" ye. Lê belê aliyê bingehîn ê ku li ser li hev nehate kirin, "Nêzîkatiya li Şoreşa Rojava" û "Destwerdana Tirkiye û Îranê" bûn.
SEDEMA BINGEHÎN ROJAVA BÛ
Astengiya herî mezin a li pêşiya pêkhatina kongreya neteweyî, polîtîkayên PDK'ê yên li dijî Rojava bûn. 3 roj beriya civîna 22'ê Tîrmeha 2013'an, yanî di 19'ê Tîrmeha 2013'an de Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Meclîsa Neteweyî ya Kurdên li Sûriyeyê (ENKS) bi serokatiya Barzanî li hev rûniştibûn. Di civînê de aliyê ENKS'ê xwestibû, Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerî û rêveberiyê ve bi du parçeyan were parçekirin û di nava meclîsan de bê parvekirin. MGRK'ê destnîşan kiribû, ku firka du hêzên leşkerî wê şerê di navbera Kurdan de giran bike û bi zelalî li dijî vê derketibû. Bandora lihevnekirina partiyên Kurd li ser mijara Rojava, di dema amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd e her tim xwe nîşan dida.
DERIYÊ KONGREYA NETEWEYÎ LI SÊMALKA HATE GIRTIN
Li aliyê din, PDK'ê tevî Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava dest bi kolandina xendekan kir û di dema lidarketina civînên komîteya amadekar de, di 24'ê Cotmehê de PDK'ê nehişt Hevserokê PYD'ê Saslih Muslim di Sêmalka re derbasî Hewlêrê bibe û ji wir karibe biçe Ewropayê. Kurê xwe Şervan Muslim, ku li Serêkaniyê di şerê dijî çeteyên AKP û El Nûsra de ku ENKS jî di nav de ye, şehîd bûbû. Muslim jî ji bo tevlî merasîma cenazeyê kurê xwe bibe vegeriya bû Rojavayê Kurdistanê. Deriyê ku piştre li Muslim hate girtin, di heman demê de dihat wateya girtina deriyan li kongreya neteweyî.
Di 10'ê Tebaxa 2013'an de endamê Dîwana Serokatiyê ya PDK'ê Alî Avnî daxuyaniyek da û got, "Bila PYD ji xwe re deriyekî din veke." Piştî ku derbasbûna Muslim hate astengkirin, Berdevkê Barzanî hemîd Derbendî di 25'ê Cotmeha 2013'an de axivî û got, "Em ê destûrê nedin ku Salih Muslim di ser Herêma Kurdistanê re derbasî welatên Ewropayê bibe. Salih Muslim dikare di ser Şamê re jî biçe Ewropayê, pêwîstiya xwe bi Kurdistanê nîne." Bi vî rengî helwesta xwe nîşan da bû.
DESTWERDANA TIRKIYE Û ÎRANÊ
Li aliyê din, Tirkiye û Îran ku du dewletên Kurdistan kirine çar parçe, bi her awayî li dijî yekîtiya neteweyî ya Kurdan bûn. Bandora vê yekê ya li ser pêşîgirtina li pêkhatina kongreya neteweyî ya sala 2013'an gelekî zêde bû. Bi taybetî, bi rêya hin partiyên siyasî zexteke giran dikirin.
Rojhilata Navîn bi eniyên Sûnî û Şîa re bûbû du parçe, ku Tirkiyeyê ji eniya Sûnî, Îranê jî ji eniya Şîa re pêşengî dikir. Di rewşeke bi vî rengî de, partiyên siyasî yên Kurd ên ji aliyê siyasî û aborî ve nêzî van eniyan e, nikarîbûn li derveyî vê rewşê biman. Ev welatên navborî, parçebûn û cihêtiya nava xwe, dema mijar dibû Kurd datanîn aliyekî. Wê rojê, ev yek careke din kirin. Û bi vî rengî zext kirin û li ser pêşîgirtina li pêkhatina kongreya neteweyî bandoreke mezin kirin.
HEWLDANA KONGREYA NETEWEYÎ DÎSA JÎ SERKETÎ BÛ
Tevî ku Kongreya Neteweyî ya Kurd pêk nehat jî, ev hewldan ji bo hilweşandina bendên sed salan di nava Kurdan de hatibûn danîn, girîng bû. Bi rengekî vekirî hat dîtin, eger Kurd bixwazin wê partiyên siyasî nakokiyên navbera xwe deynin aliyekî û karibin bi hev re tevbigerin. Ya herî girîng jî ew bû, hest û hesretên ku ji ber sînoran ji hev dûr ketin, îmkanê xwegihandina hev dîtin.
Bi taybetî, li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Mûsil, Şengal, Mexmûr, Kobanê û gelek herêmên Kurdistanê, gerîla, pêşmerge û hêzên YPG/YPJ'ê hêzeke neteweyî li gelek eniyan ava kirin. Tevîbûna gerîla li parastina Şengal, Kerkûk, Celawla, Daqoq, Mexmûr û Hewlêrê, bicihanîna wezîfeya li Kobanê ya pêşmergeyan, weke serketineke 'kongreya neteweyî ya pêk nehat' dikare were dîtin. Têkoşîna hêzên Kurdan a li gelek eniyan li dijî DAIŞ'ê hate meşandin, bîr û bawerî afirand, ku eger di nava civaka Kurd de hêzeke neteweyî were avakirin, wê serketinên gelekî mezintir bi dest bikevin.
GELO KONGREYA NETEWEYÎ PÊKAN E?
Rojava kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî, ku gelê Kurd bi hesreta wê ye, tevî nakokiyên navbera hin partiyên Kurdan jî, di nava atmosfera heyî ya siyasî ya Rojhilata Navîn de weke mecbûriyetekê xwe ferz dike. Pirsgirêka li Kendavê, nêzbûna temambûna têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, daxwaza hêzên cuda ji bo bicihbûna li cihên ji DAIŞ'ê vala bûne, krîza siyasî, civakî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê, daketina hêzên navneteweyî li qada Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, hewldanên dewlet Tirk ên ji bo serdestkirina nêrîna neo-Osmanî, têkoşîna Îranê ya bi navê kevana Şîa, bandorê yekser li erdnîgariya Kurdistanê dikin. Ev demeke dirêj e di nava partiyên siyasî yên Kurd de bi berfirehî tê nîqaşkirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de Kurdistaneke yekîtiya xwe çêkiriye, wê gelek pirsgirêkan çareser bike. Xeteriyên li ber derî, pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd weke wezîfeyeke dîrokî datîne ber Kurdistanê.