Hesen Ferîd Gedîk hate oxirkirin

Hesen Ferîd Gedîk hate oxirkirin

Hesen Ferît Gedîk ku li Gulsûyû ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin, piştî merasima cenaze ya li Gulsûyû ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Gazî hate veşartin.

Di merasima cenazeyê Gedîk de bavê wî Îbrahîm Gedîk ê di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê de, bi rînga girtiyan anîn merasimê.

Di ketina Taxa Gazî de girseya ku ji Gulsûyû hat rûniştvanên taxê pêşwazî kir. Girseya ku di nav de milîsên çekdar hebûn, bi sloganan ber bi Goristana Gazî ve meşiyan.

Bavê Gedîk li goristanê axaftinek kir û got: “Kurê min hertim serbilind bû, birûmet jiyankir. Her çendî ku me bi hev re dem derbaz nekir jî, çavê min li pey min nema. Wî hertim ji bo baweriya xwe jiyankir. Ew dê heya dawî weke kurê min yê bêmirin bimîne.”

Piştî axaftinan, cenazeyê Gedîk hate definkirin.