Hêrsa li dijî AKP'ê, desteka ji bo xwerêveberiyê

Beşdarên 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji ber polîtîkayên şer hêrsa xwe ya li hemberî AKP'ê anîn ziman û destek dan xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatine ragihandin.

Qada Dusseldorf Rheinpark a 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî careke din bi standên cuda, afîş û flamayên rengîn hat xemilandin. Beşdarên festîvalê yên ji beşên cuda yên civakê, li ser bûyer û qewimînên di rojevê de nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.

Nûnera Partiya Marksîst-Lenînîst a Elman (MLPD) Lîsa da xuyakirin ku şerê li Bakurê Kurdistanê û înfaza sivîlan, ji ber têkçûna AKP-Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye û destnîşan kir ku hewl tê adyîn ji Kurdan tol bê hilanîn.

Nûnera MLPD'ê bal kişand ser qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê û ji dewleta Elman xwest dawî li polîtîkaya xwe ya durû bîne.

Nûnerê HDP'ê yê Brukselê Yasîn Sûrca got, "Welat niha di rewşeke şer de ye. AKP-Erdogan şer ad destpêkirin. Piştî komkujiya li Pirsûsê, şer derket holê. Ev yek rewşeke ku partiya alîgirê aştiyê HDP naxwaze ye. Erdogan-AKP'ê dawî li pêvajoya aştiyê anîn. Tansiyon li Pirsûsê hat bilindkirin. Em dîsa jî di aştiyê de bi israr in. Beriya her tiştî divê çek bêdeng bibin. Bingeha kampanya me li ser bêdengiya çekan a her du aliyan e."

Sûrcan anî ziman ku weke hemû pêkhateyên HDP'ê ew xebatên xwe dimeşînin û got, "Bi tifaqên berê û tiqafên nû yên berfirehkirî em xebatên xwe bi xurtî dimeşînin. Sûrcan der barê xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de hatinr agihandin got, "Ev yek mafê herî demokratîk ê gel e. Ji aliyê rêbazî ve pêşketineke aştiyane ye."

Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ê Rojavayî Mele Abdullah jî diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê êdî ji erdnîgariyeke herêmî wêdetir veguheriye cihê hêviya mirovahiyê û got, "Rewşa şênber a rêveberiya xweseriya demokratîk Kantonên Rojava; Efrîn-Kobanê-Cizîr e. Xwerêveberiyên hemû nasname xwe lê bilêv dikin e. Girîng e gelê me yê li Bakur jî li hemberî van zext û zordariyê rêveberiyên xwe ewle bike."

Ji Eniya Şoreşger Tahîns Yoldaş der barê hilbijartinan û xwerêveberiyê de ev nirxandin kir: "Rewşa heyî ya dewletê, xwerêveberiyê ferz dike. Li dijî êrîşan diviyabû ev yek beriya niha biketa rojevê. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû derdoran pêwîstiyeke. Ji ber cihê rengiya herêma me, rizgariya gelekî bi tena serê xwe nepêkane. Piştgirî divê. Ji ber vê yekê weke gava pratîkî ez xwerêveberiyê di cih de dibînim.

Di hilbijartinan de jî em bi HDP'ê re di nava tifaqê de ne. Rizgarî bi hilbijartinê re nepêkan be jî, girîng e. Nediyar e ku hilbijarineke ewle be, ji ber vê yekê divê em xwedî li sindoqan derkevin. Em gelên Kurdistan û Tirkiyeyê divê bi ehv re tevbigerin."

Eylem Kaya ya li heman standa Eniya Şoreşger got, "Cara yekemîn e ez têm. Nîşandana wêneyê yekîtiyê xweş e. Li Rojhilata Navîn tiştên gelekî girîng diqewimin. Hestyarî divê." Kaya diyar kir ku ew xwerêveberiyê gelekî girîng dibîne û destnîşan kir ku divê gel xwedî derfetên xweparastinê û xurtkirina rêveberiyên herêmî be.

Ji nûnerên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Husnu Çavûş jî da xuyakirin rêveberiya bi rêbaza xweseriya demokratîk, xwerêveberiyê herî zêde ji bo Sersor-Elewiyan biryareke di cih de ye û got, "Em feraseta xwerêveberiyê ya HDP'ê heta dawiyê destek dikin. Em ê di nav de cih bigirin."

Nûnerê PJAK'ê ragihand ku Rojhilatê Kurdistanê gelekî ketiye bin bandora berxwedana Bakur û Rojavayê Kurdistanê û got, "Rola jinan li Kobanê afirandin, cesareteke mezin dide hemû jinan û jinan tevlî xebatê dike. Ji aliyê xwerêveberiyê ev Rojava modelek e. Li Bakur şer heye. Li her derê gelê Kurd li ber xwe dide. Ragihandina xwerêveberiyên li bakur, ez di cih de dibînim."

Nûnerê standa MLKP'ê da zanîn ku bi encamên 7'ê Hezîranê re derket holê ku Erdogan û AKP nikare pirsgriêka Kurd çareser bike û got, "CHP û MHP di konsepta şer de bi AKP'ê re bûn yek. Divê şoreşger û hemû tifaqên bindestan bên xurtkirin. Em bi HDP'ê re di nava tifaqê de ne. Armanca me ew e ku hemû derdorên mûxalîf bikişînin nava refên HDP'ê. Di nava Koordînasyona Hilbijartinê de lîste tên avakirin û bi gera li malan xebat tê meşandin. Em destekê didin xwerêveberiyê. Li her qadê em bi hev re tevdigerin.

Azadiya Ocalan em gelekî girîng dibînin. Rêberê gelekî nabe dîl were girtin. Divê Ocalan azad bibe. Azadiya Ocalan azadiya hemû girtiyên siyasî ye."

Nûnera YXK'ê Çîgdem Dîlber diyar kir ku li hev kom bûna ciwanan gelekî girîng e û destnîşan kir ku ew xebatên xwe û kampanyayên xwe li dora xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin.

...