Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Herî kêm 680 hezar kes bi koronavîrusê ketine

Hejmara kesên ku bi koronavîrusê ketine ser 680 hezarî ket. Herî kêm 32 hezar kes jî mirine.

TIRKIYE

Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku li Tirkiyeyê 7402 kes nexweş ketine û 108 kes jî mirine. Rêxistinên tendirustiyê jî diyar dikin ku hejmara nexweş û miriyan zêdetir e.

Ev vîrus ji bo karkeran jî gefeke mezin e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo patronan hin pakêt eşkere kir lê ji bo karkeran tu gav neavêtiye. Karker ji neçarî li şantiyeyan dixebitin. Wekî gelek şantiyeyan di şantiyeya Otobana Marmaraya Bakur jî bi sedan karker li cem hev tên xebitandin.

GIRTÎGEH

Li girtîgehan jî rîska koronavîrusê zêde dibe. Desthilatdarî tu tevdîran nastîne, di rêziknameya nû de jî girtiyên siyasî veder dike.

MED TÛHAD-FED’ê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê rêveberiya girtîgehê gotiye ku “Heke hûn li gorî qaîdeyan tevnegerin, em ê ji nav kesên sûcên edlî kirine, kesekî bi vîrus bînin nav we.”

DYE

Li DYE’yê hejmara nexweşan 120 hezar derbas kir. Li welat herî kêm 2200 kes jî mirin û 100.000 kes jî tedawî dibin.

Li Newyorkê 500 polîs jî bi vîrusê ketine û du polîs jî mirin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê hejmara nexweşan 92 hezar derbas kir. Li welat herî kêm 10 hezar kes mirin û 70 hezar kes jî tedawî dibin. Li Lombardiyayê di 24 saetên dawîn de 542 kes mirin.

ÎSPANYA

Di 24 saetên dawîn de ji ber koronavîrusê 838 kes mirin. Hejmara nexweşan jî bûye 78.797.

FRANSA

Li Fransayê hejmara nexweşan 37 hezar derbas kir. Li Fransayê 2300 kes mirin. Li Fransayê 20 parlementer û 3 wezîr jî bi koronavîrusê ketine û tê diyarkirin ku rewşa wan baş e.

ÎNGÎLTERE

Li Îngîltereyê hejmara nexweşan 17 hezar derbas kir û herî kêm hezar kes mirin. Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson jî bi koronavîrusê ketibû û niha di karantînayê de ye.

ELMANYA

Li Elmanyayê hejmara nexweşan bû 60 hezar û 455 kes jî mirin.

HOLLANDA

Li Hollandayê hejmara nexweşên bi vîrusê ketin nêzî 11 hezar kesan e. 771 kes jî mirine.

BELÇÎKA

Li welat ji 1700 kesan zêdetir nexweşên nû yên bi koronavîrusê ketîn hate dîtin, hejmara kesên bi vîrusê ketîn bû nêzî 11 hezar kesan. 431 mirî jî hene.

SWÎSRE

Li Îsvîçreyê 276 kesên din bi vîrusê ketin, hejmara nexweşên bi vîrusê ketin 14350 derbas kir. Li welat hejmara miriyan ji 280 kesan zêdetire.

SWÊD

Li Îsveçê 3700 kes bi koronavîrusê ketine û 110 kes mirine. Niha ji 3500 kesan zêdetir ji ber koronavîrusê tedawî dibînin.

KOREYA BAŞÛR

Li Koreya Başûr ji 9583 kes bi vîrusê ketine û 152 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ÎRAN

Di nava 24 seatan de 2 hezar û 901 kes bi koronavîrusê ketine û 123 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 38 hezar û 309 kes bi koronayê ketine û 2 hezar û 640 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 23 hezar kes tedawî dibin.

ENDONEZYA

Li Endonezyayê 1285 kes bi vîrusê ketine û 114 kes mirine.

ÇÎN

Ji dema koronavîrus derketî heta niha li Çînê ji 81 hezar 400 kesan zêdetir bi vîrusê ketine û 3 hezar û 300 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Çînê hişyarî dan ku dibe ku pêlek din ya şewba koronavîrusê rabe. Berdevkê natewî yê Komîsyona Tendirustiyê Mi Ferg da diyarkirin ku li Çînê di nava kesên ku ji derveyî welat hatine 693 nexweşên koronavîrusê hatine dîtin, dibe ku ev rê li ber pêla dûyem ya koronavîrusê veke.