Herî kêm 20 koçber li ser rêya Ewropayê mirin

Li nêzî Lîbayayê keştiyek binav bû û ji ber vê yekê herî kêm 20 kes mirin.

Berdevkekî yekîneyên ewlekariya peravî ya Îtalyayê ji AFP'ê re axivî û got, "Îro rewş krîtîk e. Bi qasî 200 kes ketin nava avê û 20 cenaze heta niha hatine derxistin."

Koçber di keştiyeke biçûk de bûn ku 500-700 kes lê siwar bû bûn. Dram li peravên Zûara rû da, ku bi qasî 100 kîlometreyan li rojavayê paytext Trablûsê ye.

Keştiyek ji saziyên mafên mirovan jî tevlî karê rizgarkirinê bû. Ji damezrînerên rêxistina sivîl a Maltayê MOAS Chrîs Catrambone bi rêya twîterê wêneyên bi dehan koçberên ketine nava avê parve kir.

Catrambone ev not jî nivîsand: "Ev ne beşek ji fîlmekî tirsê ye. Ev yek trajediyeke rasteqîn e ku îro li peravên Ewropayê rû da."Catrambone anî ziman ku bi qasî 30 cenaze derketine ser avê û piraniya wan jî ciwan û zarok in.