Beriya 17 salan bû. Hema weke Roboskiya ku beriya du salan qewimî; li ser heman çîn û neteweyekê komkujî pêk dihat. Dewleta Tirk vê carê gundiyên Kurdan li Basayê dikuşt. Dîrok 15’ê Çile 1996 bû.
Dewleta Tirk ku ji bo pûçkirin û têkbirina tevgera azadiya Kurdan gelek rêbazên qirkirina fîzîkî pêk anî û ne tenê li qadên çalakiyan; Kurdan bi halê wan ê sivîl ve jî dikuşt.
Gava 15’ê Çileya 1996’ê bû,li navçeya Basa ya Şirnexê wesayitek ku gundî jî têde hebû hate rawestandin û gullebarankirin. Gulle bû sedema kuştina 11 Kurdan. Kujer ji kuştina Kurdan têr nebûn, vê carê wesayitê şewitandin û cenazeyên wan jî pêre şewitî.
Piştî vê komkujiyêk, ji bo Kurdan tenê failek hebû. Ji bilî yên ku beriya vê bûyerê li ber çavên her kesê dikuşt, pê li rûmeta bavan dikir, dayikan tecawiz dikir, ne tu kesên din bûn. Kurdan kujerê xwe baş nas dikir: Dewlet bû.
SUCÊ DEWLETÊ BI NASNAMEYÊN BI LEŞKERAN RE AŞKERE BÛ!
Beriya ku ev bûyer bikeve çapemeniyê, hema Serfermandariya Artêşa Tirk ji biavêje stûyê PKK’ê zend û bendan bada. Lê PKK’ê sala 1995’ê agirbest ragihandibû û li ber agirbestê dihat. Lê careke din agirbesteke yekalî bû. Ev her 11 kesên hatibûn kuştin, hinek ji wana beriya komkujiyê hatibûn binçavkirin û li tabûra leşkerî bûn.
Roja 12’yê Çileya 1996 leşkeran bi ser gundên Gêrê û Yatagan ên Basayê de girtin û di encamê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin. Roja komkujiyê, rayedarên leşkerî bang li cerdevanên gundê Koçyurdu Halît Yilmaz, Abdulhaîm Yilmaz, Lokman Ozdemîr û Mehmet Oner kiribûn ku “karê” xwe bikin. Van cerdevana hem “karê xwe” kirin û hem jî gundiyên hatibûn binçavkirin li munîbusê siawr kirin. Di rê de munîbus ji aliyê komeke çekdar ve hate rawestandin û hate gullebarankirin. Kuştin, paşê şewitandin....
Minîbusa gundiyan bi çekên giran hate reşandin û şewitandin. Tevî laş, kinc û her tişên bi wan re bibûn xwelî.Lê li pey vê komkujiyê tenê delîlek saxlem ma. Her çendî 11 gundî hemû bi tiştên xwe ve bibûn xwelî, lê nasnameyên wan li gel leşkeran mabûn!
ÇAPMENIYÊ BIRIN BASA, LÊ NEHIŞTIN BI GEL RE HEVDÎTINÊ BIKE
PKK’ê aşkere kir ku tu eleqeya wê bi vê komkujiyê re tune ye. Dewleta Tirk jî dikir ku bo bide bawerkirin ku PKK’ê agirbestê xirab kiriye. Roja piştî komkujiyê, Serfermandariya Artêşa Tirk, rojnamevanên Tirk û Ewropayî bi balafireke taybet hatin şandin. Rojnamevanan birin Basayê û gotin ku PKK’ê komkujî pêk aniye û bi vî awayî agirbestê bi dawî kiriye.Her wiha nehiştin rojnamevan qet hevdîtinê bi gelê herêm re bikin.
HEVKARÊ VAN SUCAN: ÇAPEMENÎ
Çapemeniya Tirk careke din weke her carê guh da fermana dewletê. Rojnamevan û qelemşorên şerê taybet careke din nivîsandin. Hema bêje di nûçeyan de şert û mercên sereke jî nedihat nivîsandin. Spota 17’ê çileya 1996 a rojnameya Milliyetê : “Terorîstên PKK’yî bi çekên lûledirêj û roketan êrîşê minîbusê kirin”. Hemû çapemeniya Tirk hewl da ku agirbesta yekalî xirab bike û wiha dinivîsand: “Apoyê ku got ‘Ez her roj banga agirbestê li Enqereyê dikim’ û paşê di MED TV de ragihand ku ew ji bo agirbestê li benda hukûmeta nûn e, hema piştî van daxuyaniyan komkujî pêk hat.” Lê çapemeniya Tirk agirbesta ku PKK’ê beriya hilbijartinê ragihand weke “agirbesta qaşo” radigihand.
REŞENBÎR Û HUNERMEND: NE PKK, DEWLETÊ KIRIYE
Daxuyaniya PKK’ê, bawernekirina kronîk a ji dewletê û vegotinên gundiyan, saziyên sivî xist nava liv û tevgerê. Rewşenbîr û hunermend, bi piştgiriya ÎHD’ê Koma Xebata Ji bo Aşitiyê li hev kom bû û çû Basayê. Ev yek jî bû sedem ku bersiva nîşanpirsên di serê mirovan de bên dîtin. Şandey piştî serdanê bal kişand ku hêzên dewletê vê yekê kiriye û giliyê Serfermandariya Artêşa Tirk kirin. Serfermandarê Artêşa Tirk Çevîk Bîr jî ji bo veşartina rastinê got: “Heqaret li artêşê dikin” û giliyê heyetê kir. Bi vî awayî Serokê ÎHD’ya Stenbolê Ercan Kanar, Serokê Sendîkaya Petrol-Îşê Minur Ceylayn û hunermend-aktîvîstê mafê mirovan Şanar Yurdatapan ku di heyetê de bûn her yek ji wan li rastî 10 sal cezayê girtîgehê hatin.
Her wiha, gundiyên ku li vir rastiya bûyerê ji heyetê re vegotin, piştî vegera heyetê hatin binçavkirin. Du gundî di bin çavan de hatin îşkencekirin.
DMME’YÊ DEWLETA TIRK MEHKÛM KIR!
Her çendî piştrast bû ku dewleta Tirk tawanbar e, lê hewldanên huqûqî jî ê feyde man. Kesên ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kiribûn 12’yê tîrmeha 1996’ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê DMME’yê dan. Pişt bûyer çû ber destê qada navneteweyî encamên wê aşkere bû: DMME’yê ji ber bûyerê Tirkiyeyê mehkûm kir.
WEZÎRÊ DEWLETÊ PIŞTÎ 13 SALAN LI XWE MIKÛR HAT
Wezîrê wê demê yê Dewletê Adnan Ekmen piştî 13 salan bûyera li Basayê îtîraf kir û got: “Cihê ku bûyer lê qewimîbû bi temamî di bin kontrola hêzên dewletê de bûn, PKK bi tu awayî nedikarî li wê derê çalakî li dar bixe.”
Ekmen, piştî 13 salan got “wijdana min ne rehet bû” û bûyer aşkere kir. Ekmen da zanîn ku piştî bûyerê wî dixwest biçe Basayê, lê sercerdevanek telefonî wî kiriye û gotiye “Em dizanin daxuyaniya dewletê ne rast e, lê ger rastî aşkere bibe, em nikarin we li vir biparêzin”.
Wezîrê Dewletê Ekmen ku wê demê endamê CHP’ê bû, wiha behsa diyaloga xwe û Serokê CHP’ê yê wê demê Denîz Baykal kir: “Min jêre got ku ez dixwazin tiştên tên gotin aşkere bikim. Pirsî ku dixwazin suc biavêjin stûyê PKK’ê. Niha tam nayê bîra min, lê li Ewropayê ji bo Kurdan dengdaneke girîng hebû. Min got ku dixwazin vê bûyerê biavêjin stûyê PKK’ê ji ber vê dengdana li Ewropayê. Got ji bo pemayeke wisa çima ev cerdevan hatin hilbijaritn. Min got ez jî tam niznaim, lê li gorî agahiyên min bihîstine van cerdevanên hatin kuştin û PKK’ê di navbera xwe de li hev kirine ku êrîşê hev nekin. Hêzên ewlekariyê vyekê bihîst û wana ceza kir. Deniz Beg nexwest asteng bike û got ‘ger delîlên te hebin, tu dikarî piştrast bikî, te nexe tengasiyê rabe û hemû tiştên tu dizanî aşkere bike. Piştre ez çûm min ji Serokwezîr Tansu Çîllerê got û got ‘Tu dizanî, lê vê demê derdê serokwezîr besê wê ye’ ji ber vê jî min dest jê berda. Ji ber ku min rastiyê dizanî û min bi raya giştî re parve nekir, wijdana min nerehet bû.”