Hemû girtiyên fîrar kirin hatin girtin

Hemû girtiyên fîrar kirin hatin girtin

Hat ragihadin, ku 18 girtiyên bi kolandina tunelê ji Girtîgeha li Çewlikê fîrar kirin, li bejahiya gundê Ortaçanakê hatin girtin.

Hat hînbûn, 18 girtiyên siyasî yên tunelek ji 70 metreyî kolandin û ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê fîrar kirin, li bejahiya gundê Ortaçanak ê ser bi navenda Çewlikê hatin girtin.

Piştî bombebarana helîkopterên kobra ya li bejahiya gundên Çan û Fexran ên şeva Çarşemê, polîs û leşkerên taybet ên Tirk ji bejahî ve derketin operasyonê. Hat ragihandin girtî di dema vê operasyonê de hatine girtin. Lê der barê kifşkirina cihê wan de ti agahî nehat dayîn. 

Ji aliyê din ve, hat hînbûn ji 2 kesên li navenda bajarê Çewlikê hatine binçavkirin yek jê Nûnerê MEYA-DER ê Navçeya Kanî Reşê Alper Aksoy e. Tê gotin, kar û barên îfadeyê yên Aksoy û kesê navê wî nehat zanîn, li şaxê siyasî yê Muduriyeta Emniyetê ya Çewlikê dewam dikin.