Helwesta YE ya li hemberî ‘dîktatoriyê’ ye: Civîna Varnayê

Rêveberên Yekîtiya Ewrûpayê li bajarê Varnayê yê Bûlgaristanê wê ligel Tirkiyeyê bicivin. Ji ber ku di di vê demê de li ser Kurdan operasyonên giran hene ev civîn girîngiya xwe heye.

Civîna Yekîtiya Ewrûpayê ya bi Tirkiyeyê re îro li Varnayê wê were kirin. Tê diyarkirin ku wê ev civîneke dijwar be. Ji ber ku rêveberên YE ji aliyekî ve rexneyên giran li Tirkiyeyê dike û ji aliyê din ve jî li hemberî sûcên şer ên Tirkiyeyê bêdeng dimîne. YE ji aliyekî ve qala mafên mirovan dike û ji aliyê din ve jî çavê xwe ji dagirkeriya Efrînê re digire yan jî hin welatên endam piştgiriya siyasî û leşkerî dide Tirkiyeyê.

Di hemû têkiliyên herdu aliyan de rewşeke dijwar heye. Tirkiye ji Tîrmeha 2016’an û vir ve bi polîtîkayên faşît tê birêvebirin.

DAGIRKERIYA KIBRISÊ

Konseya Ewrûpayê di 22-23’ê Adarê de bang li Tirkiyeyê kir ku bila hurmetî nîşanî Kıbrısê bide. Heta ku çareseriyek li ser Kıbrısa Bakur neyê dîtin ne mumkun e ku Tirkiye bibe endamê YE. Tê payîn ku di civîna Varnayê de ew ê rêveberên YE ji bo nermbûna têkiliyên bi Tirkiyeyê re yek ji şertên ku ew ê bidin pêş wê Kıbrıs be.

DAGIRKERIYA EFRÎNÊ

Nerazîbûn ne bi tenê ev e. Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û gelek rêveberên din ên Ewrûpayê fikarên xwe yên li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê diyar dikin. Di pratîkê de tu tevdîr neyê girtin jî di warê Efrînê de kaosek heye.

POLÎTÎKAYÊN FAŞÎST

Rewşa Kurdan têkiliya di navbera aliyan de xerab dike û kêşeyên navxweyî yên Tirkiyeyê jî astengeke bingehîn e. Tirkiye ketiye bin îpoteka Erdoğan, hiqûq ji holê hatiye rakirin, azadiya kombûn, çapemenî û xweîfadekirinê jî hatiye binpêkirin. Azadiya siyasî jî hema bibêje hîç nemaye. Bi sedan rojnameger û bi deh hezaran kes ji ber rexneyên wan ên li ser Tirkiyeyê ketine girtîgehê. Vê rejîma ku di çavê Kurdan de dîktatorî ye, di çavê rêveberên Ewrûpayê de jî êdî profîleke nêzî dîktatoriyê derdixe holê. Tê payîn ku têkiliyên YE ya bi Tirkiyeyê re ew ê pêştir neçe.

Helwesta rêveberên Ewrûpayê ya têkildarî meseleya ku Tirkiye penaberan bişîne Ewrûpayê jî tê meraqkirin, gelo ew ê li hemberî şantajê bisekinin an na?