Helwesta Berlînê ya li ser Yekîtiya Gumrukê, HDP û Efrînê

Hikumeta Elman bersiv da pêşnûmeyekê û diyar kir ku nepêkane danûstandinên li ser modernîzasyona Yekîtiya Gumrukê ya bi Tirkiyeyê re dest pê bike.

Hikumeta Elman bersiv da pêşnûme pirseke Partiya Çep a li ser Tirkiyeyê. Li gorî nûçeya di malpera Deutsche Welle (DW) de hate weşandin, hikumetê diyar kir ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve û di dema Rewşa Awarte de jî serxwebûna dadgeriyê gelekî qels bûye.

Hikumetê da xuyakirin ku di nava şert û mercên heyî de nepêkane ku Tirkiye di pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê de bi pêş ve biçe û got, "Ji bo hilkumeta federal, vekirina sernavekî danûstandinên bi Tirkiyeyê re di rojevê de nîne. Danûstandin di pratîkê de sekinîne."

Hikumetê bal kişand ser danûstandinên li ser modernîzasyona Yekîtiya Gumrkê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de û destnîşan kir ku ji ber rewşa neyînî ya Tirkiyeyê ji aliyê dewleta hiqûqê ve, danûstandinên di vê mijarê de jî dest pê nakin.

AGAHIYÊN LI SER HDP'Ê ÇIMA HATIN VEŞARTIN?

Partiya Çep di pêşnûme pirsa xwe de bal kişandibû ser rewşa medyayê ya li Tirkiyeyê, kontrola rejîma Erdogan a li ser medyayê û destgîrkirin û girtina endamên HDP'ê. Di pêşnûmeyê de pirseke wiha hatibû kirin: "Girtina endamên HDP'yî bi rengekî girseyî bandoreke çawa li ser kampanya hilbijartinê kir? Di vî warî de agahiyên îstîxbaratî hene yan na?"

Di bersiva hikumetê de wiha hate gotin: "HDP hikumeta AKP'ê sûcdar dike ku bi rêya destgîrkirin û girtinê karên wan ên siyasî asteng dike." Di beşa din a bersivê de hate ragihandin ku ji ber "agahiyên veşartî tê de hene" bi raya giştî re nehate parvekirin.

TEREDÛTA LI SER DAGIRKIRINA EFRÎNÊ JI HOLÊ NEHATE RAKIRIN

Pirseke din a Partiya Çep li ser dagirkirina Efrînê bû. Di pêşnûmeyê de hikumet hate rexnekirin ji ber ku helwesteke tund li dijî dagirkeriyê nîşan neda. Hikumetê diyar kir ku wan ji Tirkiyeyê ku dagirkeriyê weke 'parastina rewa' dibîne delîlên xurtir xwestine û got, "Teredûtên hikumeta federal ên li ser operasyona Tirkiyeyê, ku li hiqûqa navneteweyî tê yan jî nayê, heta niha ji holê nehatiye rakirin."