Helîkopteran Tiltemirê bombebaran kir: 3 mirî

Helîkopteran Tiltemirê bombebaran kir: 3 mirî

Helîkopterên rêjîma Sûriyeyê gundên Umelkêf û Xêbiş ên girêdayî Tiltemirê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 ji wan jin 3  welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, helîkopterên rêjîma Bass derdora saet de 18.00' an de Gundê Umelkêf yê li ser riya Serêkaniyê ku 7 kîlometre dikeve bakurê bajarê Tiltemirê û gundê Xêbiş ê  li ser riya Helebê ku 3 kîlometre dikeve rojavayê Tiltemir bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li Umelkêfê 2 ji wan jin bi giştî 3 welatiyên ku navên wan nehatin zanîn  jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê bombebarana gundê Xêbiş de tu agahî ne hatin bidestxistin. Herwiha li herdu gundan embarên genim hene û komên çekdar demek beriya niha ketinê.  Li gorî çavkaneyên herîmê, komên çekdar di embarên genim de bicih bûne.

Li her du gundan welatiyên ereb dijîn û hate gotin ku gundiyan ji van koman xwestine ku gundên wan terk bikin. Lê ev kom derneketin û hate diyarkirin hinekan ji wan genim diziye.