Hêk avêtin Wezîr Çaglayan: 10 binçavî
Hêk avêtin Wezîr Çaglayan: 10 binçavî
Hêk avêtin Wezîr Çaglayan: 10 binçavî
Wezîrê Tirk Çaglayan dema ku esnafên Mêrsînê ziyaret dikir, endamên Mala Gel hêk avêtin Wezîr û protesto kirin. Polîsan li 10 kesan xist û ew binçavkirin.
Wezîrê Tirk yê Aboriyê Zafer Çaglayan dema ku serdana esnafên Mêrsînê dikir, ji aliyê endamên Mala Gel ve hate protesto kirin.
4 endamên Mala Gel ku hêk avêtin Wezîr Çaglayan polîsan tund êrîşî wan kir. 4 kes hatin lêxistin û binçavkirin. Weke din 6 endamên Mala Gel yên di nava qerebalixê de û slogan avêtin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
5 jê jin 10 kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Polîsan.