Hejmara penaberên Sûriyeyî yên li Elmanyayê sê qat zêde bû

Hejmara penaberên Sûriyeyî yên li Elmanyayê sê qat zêde bû

Bi pevçûn û krîzên li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîka û Balkanan re, hejmara penaberên tên Elmanyayê zêde dibe. Yek ji pênc parên penaberên îsal serî li mafê penaberiyê dane Sûriyeyî ne. Pirsgirêka stargehê ya penaberan jî her diçe mezin dibe.

Li gorî daneyên ji aliyê Daîreya Penaber û Koçê ya Federal (BAMF) ve hatin aşkerakirin, di 9 mehên destpêkê yen vê salê de, hejmara penaberên hatine Elmanyayê 130 hezar derbas kiriye. Hejmara penaberên 9 mehên îsal, hejmara serlêdêrên sala 2013'an (127 hezar) derbas kir. Hejmara penaberên Sûriyeyî yên ji şerê navxweyî reviyan, bi sê qatan zêde bû.

Li gorî daneyên BAMF'ê, ji serlêdanên hatine kirin bi qasî 24 hezar 800 ên penaberên ji Sûriyeyê ne. Di sala 2013'an de 8 hezar 500 Sûriyeyiyan serlêdan kiribûn, lê serlêdanên ku di nav 9 mehên îsal de hatin kirin nîşan dide, ku ev hejmar bi sê qatan zêde bûye.

Tê payîn ku heta dawiya vê salê hejmara serlêdanên penaberan bigihêje 200 hezarî, di nava sala 2015'an de jî 300 hezar serlêdan werin kirin.

PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A PENABERAN STARGEH E

Zêdebûna hejmara penaberên ji Sûriye, Iraq û herêmên din ên krîzê, bi xwe re pirsgirêke cidî ya stargehê anî. Di salên dawî de, ji ber zêdebûna hejmara penaberan li gelek bajaran avahiyên lê werin bicihkirin, nayên peydakirin. Di daxuyaniya pêr a Kongreya Şaredariyên Elman (DST) de hatibû xwestin, ku ji şaredariyan re hîn bêtir alîkariya madî bê kirin. 

TÊ PLANKIRIN KU ZIVISTANÊ LI BINÊ KONAN AN JÎ LI STADYÛMÊ DERBAS BIKIN

Li eyaleta Bavyerayê, ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan a ji nişka ve, pirsgirêka avahî û stargehan derket holê, tê payîn ku ji bo penaberan 'planeke lezgîn' bikeve dewrê. Serokwezîrê eyaleta Bavyerayê Horst Seehofer da xuyakirin ku ji bo di mehên zivistanê de pêşî li pirsgirêka stargehê bigirin, ew ê tedbîrên zêde bigirin. Çapemeniya Bavyera jî ragihand ku di nava alternatîfên rayedarên eyaletê de, stadyûm û konên ji bo 'Oktoberfest'ê tên bikaranîn, hene.

Bi armanca nirxandina pirsgirêka stargehê ya penaberan, wezîrên karên hundir ên federal û eyaletan, wê sibê li paytext Berlînê bicivin.