Hejmara penaberên li Wanê jiyana xwe ji dest dan zêde dibe

Ji penaberên xwestin ji Îranê derbasî navçeya Wan Ebexê bibin 7 jê zarok 8 kes qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji penaberan filitî û li wesayîta yên ew anîn ser sînor siwar bû û reviya.

Ji penaberên xwestin ji Îranê derbasî navçeya Wan Ebexê bibin 7 jê zarok 8 kes qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku ji penaberan filitî û li wesayîta yên ew anîn ser sînor siwar bû û reviya.

Gelek penaberên ji ber şer û xizaniyê, bi hêviya ji welatên Asyayê derbasî Ewropayê bibin bi rêya bazirganên mirovan dikevin ser rê, di derbasbûna ji sînor de ya bi fîşekên leşkeran an jî ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest didin.

REWŞA TENDURISTIYÊ YA 4 ZAROKÊN DIN GIRAN E

Li sînorê Îran û Tirkiyeyê yê navçeya Ebexê ya Wanê ji koma penaberên dixwazin bikevin Tirkiyeyê jê 6 zarok û jinek qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan şevê din 40 penaberên Afgan xwestin li ser sînorê Ebexê bikevin Tirkiyeyê. Koma penaberan a ku li herêma Hengedîk a Ebexê ya li ser sînorê Îranê dixwast bikevin Tirkiyeyê û ji aliyê leşkerên li ser sînor digeriyan ve koma penaberan hat ferqkir. Piştî leşker çûn cih cihê bûyerê tabloya nebaş hate dîtin. Li cihê bûyerê 6 zarokên temenê wan 3-7 salî û jine qerisîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze û penaberên li ber qerisînê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê. Li vir 5 kesên rewşa wan girtin sewqî Wanê hatin kirin. Yek ji zarokên birîndar di dema veguhastina nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan gihîşt 8 kesan.

4 zarokên rewşa wan giran e, ku 1 heta 6 salî ne li beşa lezgîn a Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi tên ragirtin. Hat ragihandin ku zarok ne li ser hişê xwe ne û xeteriya li ser jiyana wan hînê dewam dike. Penaberên rewşa wan başe jî birin Fermandariya Jendermeyan a Ebexê.

'EM LI SER SÎNOR HIŞTIN Û REVIYAN'

Yek ji penaberên li ber morga nexweşxaneyê disekine anî ziman ku 3 kesên ew bi Farsî dizanin ew jİ Îranê anîne ser sînor û piştre li wesayîteke siwar bûne û reviyane.