Hejmara pasdarên hatine kuştin gihişt 6’an
Hejmara pasdarên hatine kuştin gihişt 6’an
Hejmara pasdarên hatine kuştin gihişt 6’an
Di encama pevçûnekî rojên derbasbûyî de di navbera çekdarên rejîmê û komeke kesên ne diyar de li navçeya Sawan a Bane, yek jê supay pasdaran 5 pasdar hatin kuştin û çend kes jî birîndar bibon. Hat ragihandin ku ji birîndaran kesekî din jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan ya Îranê, fermandarekî supay Beytulmuqedesî yê Sine ji çapemeniyê re ragihandiye ku yek ji birîndarên şerê Sawana girêdayî Bane bi navê Zana Mehmudpur ku giran birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye. Li gorî vê jî hejmara kuştiyan gihişte 6 kesî.
Wekî din hat ragihandin, liv û tevgera çeteyên rejîmê li derdora Bane zêde bûne. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, heya niha li Sawana 78 kes hatine binçav kirin û sedemê girtina wan jî ne hatiye diyarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarekî mezin a hêzên pasdaran li navçeyên Sawan, Sedbar, Siwê û Nijoy girêdayî bajarê Bane hatine bi cih kirin. Di nava van pasdaran de çend fermandarên payebilind jî hene û bi ser gelek malên Kurdên li herêmê de girtine û gelek kes girtine bin çavan de.
Hat ragihandin, hêzên pasdarên rejîmê bi şêweyekî hovane êrişî ser malên gel dikin, dest datînin ser malên û tiştên wan û bêrêziyê li xwediyên malan dikin.