‘Hejmara miriyên sivîl yên ÎHA’yan kuştin aşkera bikin’

‘Hejmara miriyên sivîl yên ÎHA’yan kuştin aşkera bikin’

Netewên Yekbûyî ji DYA’yê daxwaz kir ku der barê mirinên ku wesayîtên hewayî yên bê mirov (ÎHD) rê li ber vedikin, agahiyan bidin.

Di rapora NY’ê ya ku roja înê hat weşandin de hejmara sivîlên ku bi wesayîtê hewayî yên bên mirov tên kuştin rastiyê nîşan nadin û daxwaz kir ku DYA agahiyên abjektîftir bidin.

Rapora ku ji aliyê raportorê taybet Ben Emmerson ve ku di mijara ‘di qada têkoşîna bi terorê re mafê mirova’ hat amadekirin, hat diyar kirin ku li Afganîstanê di 6 mehên ewil yê salê de di 7 opersyonên ÎHA’yê de 15 kes mirine û 7 kes birîndar bûne. Li Yemenê jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di navbera 21 û 58’an de diguhere.

Di raporê de hat destnîşan kirin ku li Pakîstan û Yemenê CIA tevli hewldanên çekdarî yên li dijî terorê.

Li gorî daneyên 2012’an DYA’yê li Pakîstanê 337 êrîşên hewayî yên bê mirov pêk aniye. Di van êrîşan de 852 sivîl bi giştî 3 hezar û 247 kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji van 175 jê zarok bûn. Di êrîşan de    bi gitşî hezar û 330 kes birîndar bûn.

ÎHA HÊJ LI KURDISTANÊ JÎ TÊN BIKARANÎN

Yek ji komkujiya ku bi wesayîtên hewayî yên bê mirov pêk hatine, komkujiya Roboskê ye.

Di komkujiyê de 34 sivîlên kurd hatin qetilkirin.