Hefteya bê zarokek li girtîgeha Urmiyê tê darvekirin
Hefteya bê zarokek li girtîgeha Urmiyê tê darvekirin
Hefteya bê zarokek li girtîgeha Urmiyê tê darvekirin
Girtiyekî zarok yê ku cezayê kuştin lê hatiye birîn, tê payîn di hefteya bê de li li girtîgeha Urmiyê dê bê darvekirin.
Li gorî rapora Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, Ehmed Şefîî Xanî yê ji bajarê Bokanê ye û li girtîgeha navendî ya Ûrmiyê tê ragirtin, bi darvekirinê re rû bi rû ye. Xanî ku di sala 2009’ê de bi sûcdariya 'kuştinê' hatibû girtin û li sala 2010’ê cezayê darvekirinê jêre hate dayîn.
Bi erêkirina cezayê darvekirinê ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve, tê gotin ku Xanî dê hefteya pêş were darvekirin.
Ev jî hêjay gotinê ye ku dema Ehmet Şefîî Xanî hatiye binçav kirin temenê wî di jêr 18 saliyê de bû û li ser vê yekê jî cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Bi cih kirina vî cezayî li dijî mafê parastina zarokane.