HDP'yiyên mişextbûyî banga lezgîn li Elmanyayê kirin

HDP'yiyên hilbijartî yên mişextbûyî têkilî grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, banga lezgîn li Parlamento û hikûmeta Elmanyayê kirin.

Di bangê de, ku bi navê Nûnertiya Ewropayê ya HDP'ê hate kirin, hate xwestin ku Parlamentoya Elmanyayê vê mijarê ji xwe re bike rojev û ji hikûmetê jî xwest ku aliyên xwe yên siyasî û dîplomatîk yên li ser Tirkiyê bi kar bîne. Di bangê de ku bi îmzeya 17 parlamenter û hevşaredaran e, hate destnîşankirin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven hatiye ber rewşeke taloke û bang li raya giştî û medyaya Elmanyayê hate kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

HDP'yiyan fikarê xwe yên li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê jî par ve kirin û diyar kirin, bi şikestina tecrîda li ser Ocalan dikare dawî li herikandina xwînê were.

FIKARÊN KÛR

Siyasetmedarên mişextbûyî yên HDP'yî bal kişandin ser zext û zordariya dewleta Tirk, a ji roja damezirîna wê û heta niha ya li ser muxalefeta demokratîk, azadiya raben û derbirînê, ya li ser çapemeniyê û mafê mirovan û gotin, niha di rewşa herî kambax de ye. Pêre jî polîtîkayên dîktatorî û faşîstî her ku diçe bêhtir têne girankirin, li ser qada siyasetê li Tirkiyê zexteke gelekî dijwar heye, aktivîst, şaredar, nûnerên hilbijartî, nûçegihan, akademîsyen, karmend têne girtin. Li gel biryara DMME'yê rewşa rehîngirtina Selahattîn Demîrtaş hate bibîrxistin û hate gotin, beriya hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê hikûmeta Tirk polîtîkayên nîjadperest ku gefê li her cure aştiyê dixwe, geş û gur dike.

RÊYA BIDAWÎBÛNA HERIKANDINA XWÎNÊ

Di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk ên li ser Rojava hate bibîrxistin û hate gotin, heke tiştekî wiha bibe, mîna Efrînê, dewleta Tirk wê bi qirkerî be û hate gotin, di rewşeke wiha ya dagirkeriyê de dîsa çekên Elmanyayê wê werin bikaranîn.

Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate bibîrxistin, hate gotin Guven, di atmosfereke wiha de dest bi greva birçîbûnê kiriye, daxwaza Guven ew e ku ev herikandina xwînê bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Her wiha hate gotin Leyla Guven, di dîroka Komara Tirkiyeyê de cara pêşî ye ku li gel ku ji bo endamtiya parlamentoyê hatiye hilbijartin jî ji girtîgehê nehatiye berdan.

TECRÎDA LI SER OCALAN

Di daxuyaniyê de tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin, hate gotin, Ocalan, li ser mijara çareseriya siyasî ya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê muxatabê herî girîng e, greva birçîbûnê ya salana 2012'an a ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan hate bibîrxistin. Hate gotin piştî şikandina tecrîdê, 2013-2015'an hevdîtinên aştiyê bi Ocalan re dest pê kirin. Hilbijartiyên Kurd diyar kirin Ocalan pir li ser vebijêrkan aştiyê rawestiyabû lê Erdogan ji aliyê xwe ve dawî li pêvajoya aştiyê anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ''Ji hewldana darbeya ne serkeftî û vir ve, Dadgeha Bûrsayê ji bo ku Rêzdar Ocalan ji mafên sereke bêrî bike rewşa derasayî bi kar tîne. Mînak name, faks, axaftina bi telefonê û hemû amûrûnên ragihandinê bi temamî û bi domdarî hatine qedexekirin. Biryarnameyên têkilî hewldana darbeyê ji dewletê re bû derfet ku tevdîrên deryasayî bi cih bîne. Lê bi esasî, li Imraliyê ev 20 sal in berovajî yasayên gerdûnî û netewî nêzîktêdayîn hene.''

DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Bi berdewamî hate gotin li ser rewşa dawî ya tecrîdê tim CPT hatiye agahdarkirin lê CPT heta niha qebûl nekiriye ku tevbigere û bi demên diyar serdana girtîgeha Imraliyê bike. Nûnerên mişextbûyî yên Kurd her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi bîr xistin û gotin, daxwaza sereke ya çalakgeran rabûna tecrîda li Imraliyê ye.

TECRÎDA LI SER TEVAHIYA CIVAKÊ YE

Di metna bangê de gotinên Leyla Guven ên 7'ê Mijdara 2018'an li dadgehê gotibûn û pê biryara greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger standibû, hate bibîrxistin. Leyla Guven gotibû,''Îro polîtîkaya tecrîda ya li ser Ocalan ne tenê li ser şexsê wî ye, li ser hemû civakê ye. Tecrîd sûcê dijî mirovahiyê ye. Ji bo ku ez polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêzdar Ocalan protesto bikim ez ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikim, ji niha û pê de li dadgehê ez ê parastina xwe nekim. Heta ku organên darazên biryarên xwe yên deryasayî bi dawî bikin û vê tecrîdê biqedînin ez ê greva xwe bidomînim. Ev grev bi mirinê jî bi encam bibe, ez ê bidomînim.''

REWŞA LEYLA GUVEN

Bi berdewamî rewşa tenduristiyê ya Guven hate bibîrxistin, hate gotin, dilxelîn pê re çêdibe, li gel êşa serî, zikê wê tê guvaştin, li bara ronkahiyê û deng pir hesas bûye û hatiye rewşek ku nema dikare ji hucreya xwe derkeve.

Her wiha hate bibîrxistin ku 189 girtiyên siyasî jî dest bi greva birçîbûnê kirine û her wiha siyasetmedarên jin ên Kurd Selma Irmak û Sebahat Tûncel jî ji 14'ê Çileyê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.

WÊ DERBÊ LI TÊKILIYÊN KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ BIXE

Hate gotin heke Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bide, ev ê bandorê li têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyê bike û baweriya li siyaseta demokratîk, hêvî û bawerî wê derbekê bixwe.


DIVÊ PARLAMENTO JI XWE RE BIKE ROJEV

Bi berdewamî hate gotin, ''Bi vê çarçoveyê, em siyasetmedarên mişextbûyî yên HDP'yî, ji bilî AfD ya ku di li parlamantoyê temsîlkirin, banga me û daxwaza me ya ji hemû partiyên siyasî yên parlamentoyê:
-Bi lezgînî grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê û daxwazên çalakgerên grevê gotûbêj bikin;
-Li dijî rewşa tenduristiyê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, ku bi rengekî nehiqûqî têne girtin tevbigerin û ji bo ku zextê li hikûmeta Tirk bikin, li ber raya giştî gotinên eşkere bibêjin;
-Ji bo ku destekê bidin berxwedêrên grevên birçîbûnê delegasyonên mafên mirovan bişînin Tirkiyeyê û Kurdistanê û bixwazin serdana girtiyên greva birçîbûnê bikin.''

HIKÛMETA DIVÊ HÊZA XWE BI KAR BÎNE

Herwiha,

-Em bang li Hikûmeta Federal a Elman û Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê dikin, ji bo ku dawî li polîtîkayên dîktatorî yên hikûmeta Tirk were, hêza xwe ya siyasî û dîplomatîk li ser hevalbendên xwe yê herî girîng hikûmeta Tirk bi kar bînin. Ev daxwaza me li gel bidawîbûna şertên tecrîdê yên li ser Rêzdar Ocalan her wiha dîsa destpêkirina hevdîtinên aştiyê jî teşwîq dike.

DIVÊ RAYA GIŞTÎ Û MEDYA DAWÎ LI BÊDENGIYA XWE BÎNE

Herî dawî,

-Bi lezgînî ji bo ku mijara grevên birçîbûnê û çareseriya bi aştî ya li ser pirsa Kurd bibe rojev, em bang li gelê Elmanyayê û medyaya Elmanyayê dikin. Ji ber ku em pê dizanin, bêdengî û guhnedêrî dikare rê li ber sûcên giran ên mirovahiyê veke.
Xwediyên îmzeyan:

Ahmet Yildirim, 2015 - 2018 Parlamenter

Besîme Konca, 2015 - 2018 Parlamenter

Bûrhan Kocaman, 2014 - 2019, Hevşaredarê Qereqoçanê (qeyûm hate şûnê)

Faysal Sariyildiz, 2011 - 2018 Parlamenter

Dîlek Ocalan, 2015 - 2018 Parlamenter

Hatîp Dîcle, Parlamenter û Hevserokê berê yê KCD'ê

Hasîp Kaplan, 2007 - 2015 Parlamenter

Hasan Basrî Fırat, 2014 - 2019 Hevşaredarê Xinisê (Qeyûm hate şûnê)

Huseyîn Guneş, 2014 - 2019 Hevşaredarê Wartoyê (Qeyûm hate şûnê) 

Leyla Bîrlîk, 2015 - 2018 Parlamenter

Leyla Îmret, 2014-2019 Hevşaredar Cizîrê (Qeyûm hate şûnê)

Lezgîn Botan, 2011 - 2018 Parlamenter

Nûrsel Aydogan, 2011 - 2018 Parlamenter

Orhan Şansal, 2014 - 2019 Hevşaredarê Sûrûcê

Sîbel Yîgîtalp, 2015 - 2018 Parlamenter

Tûba Hezer, 2015 - 2018 Parlamenter

Ziya Pîr, 2015 - 2018 Parlamenter