HDP’yî  serdana Amerîkaya Başûr dike

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û Gora Paylan wê li Arjantîn, Ûrûgûay, Şîlî û Brezîlyayê hevdîtinan bike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP’ê hatin girtin, serdan wê di navbera 11-24’ê Tebaxê de pêk bên.

Heyeta HDP’ê wê di serdanên xwe yên li Amerîkaya Başûr, wê ramnên xwe yên  pirsgirêka Kurd bide nasîn, bi rêyên siyasî çareserkirina pirsgirêkê di hevdîtinan de bînin ziman.

Di vê çarçoveyê de wê bi partiyên siyasî, sendîka, nûnerên rêxistinên girsseyî yên demokratîk re bicive.

Her wiha wê heyet bi derdorên hikûmet û nûnerên partiyên muxalîf, parlementer û endamên senetoyê re jî bi fermî bicivin.

Gunay û Paylan ên li bendê ne ku bi rêxistinên mafên mirovan re bicive, wê serdana Dayikên Plaza de Mayo bikin wê silavên dayikên Şemiyê bigihîne wan.