HDP: Xewn û xeyala darbekarên 12'ê Îlonê AKP-MHP bi cih tîne

Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya HDP'ê diyar kir bandora darbeya 12'ê Îlonê îro jî didome û got, ''Xewn û xeyala generalên darbekar AKP-MHP'ê pêk anî.''

LRN'ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera darbeya 12'ê Îlonê daxuyaniyek da.

HDP'ê got, ''Li gel ku çil sal di ser re bihuriye jî bandora wê û encamên wê îro jî tê hîskirin.''

LRN'ya HDP'ê pratîka rêveberiya berdest a Tirk bi bîr xist û got, ''Darbeya 12'ê Îlonê îro bi rengekî hê girantir didome.'' HDP'ê bi berdewamî bal kişande ser destgîrkirina bi sed hezaran mirov, girtin, sirgûn, îdam, kiryar nediyar, înfazên bêdara, bêdelatiya li ser Kurd, Elewî, jin, kedkaran, gavên derî hiqûq, desteserkirina mafên karkeran, bêsendîka hiştin, desteserkirina mafê rêxistin, civîn û xwepêşandenan, binpêkirina azadiya raman, derbirîn û agahdarkirinê û got, ''ji aliyê tehrîbata ku ava kirî neynika rêveberiya AKP-MHP'ê ya niha ye.''

Bi berdewamî hate destnîşankirin ku xewn û xeyala generalên darbekar ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ve tê bicihanîn û got, ''Pergala Hikûmeta Serokkomariyê, bûye rejîma darbeya leşkerî, faşîzm û daxwazên dîktatorî, di serî de li ser gelê Kurd, li ser civaka Tirkiyê, Elewiyan, jinan û kedkaran tê ferzkirin. Ji vî alî ve desthilata AKP-MHP'ê rih û aqilê darbeya 12'ê Îlonê didomîne.''

HDP'ê dagirkirina şaredarên Kurd, girtina parlamenteran, rakirina hiqûq, demokrasî, mafê mirovan, di yek destî de kombûna yasadanîn, rêveberin û darazê bi bîr xist û got, ''Nîşaneya hişmendiya darbeyê û hevkariya bi hişmendiya darbekeran re ye. 12'ê Îlonê ne tenê navê darbeyekê ye, her wiha duh û îro navê hişmendiya lêgerîna li rêveberiya otorîter e.''