HDP: Wê nikaribin me rawestînin
HDP’ê têkildarî êrîşa li hember navenda giştî got, "Kesên wer difikirin ku wê bi provokasyonên wiha me rawestînin, wê xapandina xwe bibînin.”
HDP’ê têkildarî êrîşa li hember navenda giştî got, "Kesên wer difikirin ku wê bi provokasyonên wiha me rawestînin, wê xapandina xwe bibînin.”
HDP’ê têkildarî êrîşa li hember navenda giştî bi gotina, "Kesên wer difikirin ku wê bi provokasyonên wiha me rawestînin, wê xapandina xwe bibînin” hikûmet hişyar kir.
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, têkildarî êrîşa çekdarî ya li hember avahiya navendî ya giştî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev xisûs hatin diyarkirin: "Em ê serî ji vê zîhniyeta xwe winda kiriye re daneynin. Em ê destûr nedin xwediyên vê zîhniyeta dilê mirov bi wan dişewite, pêşeroja gelan tarî bikin”
JI HIKÛMETÊ RE HIŞYARÎ
HDP’ê got, "Em ê wek HDP’ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî, demokrasî, aştî û edaletê, li hember dijminên çavsor ên van nirxan li tevayî qadan bi biryar dewam bikin. Em ê di hilbijartinên Hezîrana 2015’an de bibe ewlehiya aştî û edaleta civakê. Kesên wer difikirin ku wê bi provokasyonên wiha me rawestînin, wê xapandina xwe bibînin.”
HDP’ê der barê pêkanîna ewlekariya hilbijartinan de hikûmet hişyar kir û diyar kir ku li bendê ne fail bên girtin.