HDP wê li Îtalyayê bibe partiya yekem

Li Îtalyayê endamên komîsyona ku xebatên hilbijartinê dimeşînin, li bajarên Mîlano, Torîno û Modena civîn pêk anîn û gotin hedefa wan ew e ku li Îtalyayê HDP’ê bikin partiya yekem.

Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê ên li Ewropayê bê navber didomin. Li Îtalyayê endamên komîsyona ku xebatên hilbijartinê dimeşînin, li bajarên Mîlano, Torîno û Modena civîn pêk anîn û gotin hedefa wan ew e ku li Îtalyayê HDP’ê bikin partiya yekem.

Endamên komîsyonê daxwaz kirin ku ji bo karên tespîta hilbijêran baş bimeşin, divê hilbijêrên Kurdistanê bi hestiyar tevbigerin. 

Di civînan de hat goitn k udi 29-30-31’ê Gulanê de ku deng tên bikaranîn ji Torîno, Modena, Bolzano û Venezya yê bo seferatxaneyên Mîlonu otobus wê rabin.