Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Antalyayê Olûç û parêzer Yildirim diyar kirin ku AKP'ê pirsgirêkên li çandinî, tûrîzm û ekolojiyê yên bajarê çareser nekiriye. Parêzer Yildirim got, "Vê sîstemê ancax em dikarin biguherînin."
HDP ji bo Projeya Jiyana Nû bixe meriyetê li Antalyayê xebatên xwe dewam dike.
Ji namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Antalyayê Sarûhan Olûç û Denîz Yildirim, pirsgirêkên bajêr û girîngiya HDP'ê ji ANF'ê re nirxandin.
Namzet Sarûhan Olûç bal kişand ser tabloya HDP'ê di hilbijartinan de derxist holê û profîla namzetên HDP'ê û destnîşan kir ku partiya wan nîşan daye çand, bawerî û zimanên cuda dikarin li ser zemîneke hevpar bijîn.
Olûç anî ziman ku projeya HDP'ê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, avabûna têgîna welatê hevpar û pêşketina feraseta neteweya demokratîk gaveke girîng e û got, "HDP yekane partiya ku ji tevahiya Tirkiyeyê re diaxive, li her devera welêt xwe birêxistn dike, xebatên xwe dimeşîne û xwedî nêzîkatiyeke demokratîk e."
'AKP'Ê 14 SALAN DI ŞAŞITIYÊ DE ISRAR KIR'
Olûç anî ziman ku hikûmeta AKP'ê di nava 14 salan de gelek pirsgirêk çareser nekiriye û got, "Tirkiye bûye parçeyek ji pevçûn û bê aramiya li herêmê. Bi taybetî ji ber polîtîkayên şaş encameke bi vî rengî derketiye holê. Ji bo pêvajoya çareseriyê û aştiyê ti ji gavên pêwîst neavêtiye." Olûç diyar kir ku hikûmetê di qadên aborî, çandî, perwerde û tenduristiyê de jî serî li polîtîkayên şaş daye.
'KEDKAR DI GELEK MEHÊN SALÊ DE BÊKAR IN'
Olûç bibîr xist ku Antalya bajarekî kozmopolît e û got, "Antalya bajarê tûrîzmê ye û li vê qadê gelek pirsgirêk rû didin. Kedkarên li vê qadê dixebitin ji ber ku xebateke demî dimeşînin, gelek mehên salê bêkar dimînin...Pêwîste cihêrengiya tûrîzmê were destnîşankirin û bi vî rengî li hemû demsalan bê belavkirin."
'XWEZA TÊ TALANKIRIN'
Olûç da xuyakirin ku li bajêr di heman demê de qadeke girîng a çandiniyê heye û diyar kir ku tevî erdê xwe yê berhemdar û dewlemend negihaştiye asteke ku mirov pê debara xwe bikin. Olûç da zanîn ku li Antalyayê di parastina xwezayê de pirsgirêkên mezin hene û got, "Antalya herêmeke ji gelek şaristaniyan e. Li vê herêmê zerar li xwezayê û rewşa dîrokî tê kirin."
'HDP MALEKE HEVPAR E'
Olûç HDP şiband maleke hevpar a hemû cihêrengiyên Tirkiyeyê kub i hev re lê dimîne, lê dixebite û têdikoşe û got, "Em çiqasî vê malê xurt bikin, em çiqasî biparêzinû em çiqasî bi bandor bikin, wê ev yek ji bo têkoşîna demokrasî, azadî, aştî, ked û demokrasiyê encamên baş bi xwe re bîne."
YILDIRIM: DIVÊ EM MÎNA ÇAVÊN XWE LI HDP'Ê MIQATE BIN
Parêzer Denîz Yildirim ku li Antalyayê yekane namzeta Elewî ya cihê lê were hilbijartin e, di sala 1966'an de li Çorûmê ji dayik bû. Yildirim heta 14 saliya xwe li Çorûmê jiya, piştî Komkujiya Çorûmê bajar terikan çû Elmanyayê ji wir jî vegeriya û li Enqereyê bicih bû. Parêzer Yildirim diyar kir ku ew hem bi dilê xwe hem jî bi hişê xwe li pirsgirêka Kurd dinêre.
Yildirim a ku ji sala 2005'an û vir ve li Antalyayê dijî anî ziman ku pêvajoya HDK'ê ew xistiye nava coşeke mezin û got, "Gelekî pê kêfxweş bûm ku ev yek bêhtir birêxistin bû."
Yildirim anî ziman ku HDP ji bo wê cihê ku têkoşîna pêncî salî lê berhev bûye ye û got, "Ez zû zû nakevim nava kelecanê. Di hilbijartinên 2011'an de ew kelecan li gel min çênebûbû, dema 35 parlamenter hatin hilbijartin. Gelekî girîng e ku qenalên siyasî yên dikarin çarenûsa welêt biguherînin li hev kom bûne. Ji ber vê yekê, divê em mîna çavên xwe li HDP'ê miqate bin. HDP navenda têkoşîna jinê ye. Navenda Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, navenda hindikahî û bindestan e. HDP ne ya salonan e, ji nava qadên cuda yên têkoşînê tê. Ji ber vê yekê wê têkoşînê hîn bêhtir bi pêş ve bibe."
'AKP BI XIZANKIRINÊ RE BI XWE VE GIRÊ DIDE'
Yildirim da xuyakirin ku AKP bi pere û rantê li her tiştî dinêre û ragihand ku di dema AKP'ê de xizanî zêde bûye. Yildirim got, "Pirsgirêkên bingehîn ên xizanan jî weke mafekî nehatine nirxandin. Ti ji pirsgirêkan çareser nebûne. Li welatên pêşketî bêkar xizanin, lê belê li cem me bêkar jî karker jî xizan in." Yildirim da zanîn ku AKP ev rewş jî ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û li 'alîkariyan' xizan bi xwe ve girê daye. Yildirim got, "Ancax em dikarin vê sîstemê biguherînin."