HDP û HDK'ê li ser 'Qirkirina Çerkes'an daxuyanî dan

HDP û HDK’ê, di derbarê qirkirin û sirgunkirina Çerkesan de daxuyanî dan û soz dan ku wê xwedî li têkoşîna Çerkesan derkevin.

Bi wesîleya 154. salvegera qirkirin (Vûbihça) û sirgunkirina Çerkesan HDK’ê daxuyaniyek dan û gotin, "Navê sûcê li dijî mirovahiyê: Qirkirina Çerkesan  e."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya 154. salvegera sirguna û qirkirina Çerkesan (Vûbihça) daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êş û zarên gelê Çerkes kêşeyî. Hat gotin ku yên ketin ber wan qir kirin, yên nekarî  bikujin jî sirgûn kirine."

Ji bo gelên Çerkesya yên li Tirkiyeyê dijîn, ev daxwaz hatin kirin: 

- Divê astengiyên li pêşiya nasname û çanda Çerkesan bên rakirin.

- Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn, di zanîngehan de bernameyên akademîk bên vekirin.

- Divê maf were dayin ku karibin ji xwe re radyo û TV vekin.

- Navê gundên Çerkesan ên berê li wan bê vegerandin

- Ji pirtûkên perwerdeyê derbirînên di derbarê Çerkesan de ku weke xayîn tên nîşandayîn bên rakirin.