HDP: Mirin, tecawiz û dizî anîn Efrînê

HDP’ê diyar kir ku dema AKP û MHP’ê êrîşî Efrînê kir bi sedan kesên sivîl hatine qetilkirin, tecawiz pêk hatiye û malên gel hatine talankirin.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi wesîleya dagirkirina Efrînê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin “Dema AKP û MHP’ê êrîşî Efrînê kir bi sedan kesên sivîl hatine qetilkirin, tecawiz pêk hatiye û malên gel hatine talankirin.”

Daxuyaniya Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê wisa ye:

“Em ketine salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê. Li gorî Rêxistinên Mafên Mirovan ji 20’ê Çileya 2018’an û heta niha li Efrînê 545 kesên sivîl hatine qetilkirin. Di van êrîşan de 300 jê zarok, 210 jin û herî kêm 670 kes birîndar bûne.”

ÇETEYÊN AKP Û MHP’Ê DEST DANÎN SER MALÊN GEL

Bi sed hezaran Kurd bi darê zorê ji Efrînê hatin koçkirin û mehkûmî kampan bûne. Çeteyên AKP û MHP’ê dest danîne ser mal û milkên wan. Darên zeytûnan ên Efrînê hatine talankirin, desthilatdarî û şîrketên wan ev zeytûn li qadên navneteweyî firotine û çete fînanse kirine. Warên dîrokî hatine bomberdûmankirin û berhemên dîrokî hatine dizîn.

Li van herêmên ku hatine dagirkirin kaymakamên ji Tirkiyeyê hatine peywirdarkirin, navçe bi Tirkiyeyê ve hatine girêdan û saziyên dewleta Tirk ên wekî postexane li wir hatiye vekirin. Tabelayên bi Kurdî hatine xistin û tabelayên bi Tirkî hatine daliqandin. Mufredata perwerdehiyê û zimanê wê kirine Tirkî. Bi vê re feraseta asîmîlasyonîst xwe dide der.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê li Sûriyeyê siyaseta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye û niha jî bi rejîma Esad re hevdîtinan dike û dixwazin Kurdan bêstatu bihêlin.

Bi wesîleya salvegera dagirkeriyê em bang li raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî dikin ku li hemberî dagirkeriya li dijî Efrîn û herêmên din bila dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin.”