HDP: Me komkujiyên Sêwas û Çorûmê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi wesîleya salvegera komkujiyên Sêwas û Çorûmê daxuyanî dan û diyar kirin, ku wan ev komkujî ji bîr nekirin, wê ji bîr nekin.

Hevserokan di daxuyaniyê de gotin, "2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê di dema Şahiyên Pîr Sûltan Abdal de li Otela Madimakê 33 can hatin şewitandin û qetilkirin. Koma kujer beriya bi hefteyan belavok belav kirin û banga 'komkujiyê', 'qirkirinê' dikir. Tevî vê yekê, dewleta ku li dijî çalakiyên çend kesan bi hezaran polîsan dicivîne, wê rojê dest li komkujiyê werneda."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêedaletiya piştî komkujiya Sêwasê dewam kir, êşa vê komkujiyê qat bi qat zêde kir. Beşek ji kujerên ku doz li wan hatibû vekirin qet nehatin dîtin. Piştre eşkere bû ku hin ji kujeran qet ji Sêwasê derneketine, jiyana xwe ya rojane dewam kirine, tevî ku der heqê wan de biryara girtinê hebû zewicîne, çûne leşkerî, kar kirine, destûrnameya ajotina wesayitan wergirtine. Beşek ji kukjerên Sêwasê jî tevî ku der barê wan biryara girtinê hebû bi hêsanî derketin derveyî welat. Herî dawî yek ji kujerên Sêwasê yê girtî ji aliyê Serokkomarê AKP'î ve bi hinceta temen û pirsgirêkên tenduristiyê hate efûkirin.

Di navbera 27'ê Gulanê û 10'ê Tîrmeha 1980'î de meh û nîvekê li Çorûmê bi dehan mirov bi xwînxwarî hatin kuştin, bi sedan hatin birîndarkirin û yên mayî jî neçar man ji bajêr derkevin. Di ser vê komkujiyê re jî 40 sal derbas bûn.

Li gorî daneyên fermî di vê komkujiyê de 57 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn. Mal û kargehên çepgir û Elewiyan hatin şewitandin, talankirin. Li Çorûmê meh û nîvekê mirov li nava firinan hatin şewitandin, jin, zarok, extiyar mirovên bêguneh ên ketin destê êrişkaran bi êşkenceyê hatin qetilkirin, destdirêjî li dehan jinan hate kirin, mal û milkên wan hatin talankirin.

Tevî ku sal di ser komkujiyên Sêwas û Çorûmê re derbas bûne hîn jî hesabê wê nehatiye dayin ku êşa van komkujiyan ti carî ji dilê me derneket. Em bi rêzdarî mirovên xwe yên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin."